Li bajarê Kerkûkê doh ji aliyê beşa huner a Kerkûkê ve, bi pêşengiya derhênerê sînemayê Nasir Hesen li ser rewş û asta hunerî û sînemayê di televîzyonên Kurdî yên Herêma Kurdistanê de semînerek hat dayîn. Di semînerê de gelek hunermend, rewşenbîr û xelkê Kerkûkê jî amade bûn. Nasir Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa huner û şanoya Kurdî û wiha peyîvî; “Li gorî salên borî, temaşevanên sînemayê kêm bûne. Ez dikarim bibêjim ger ku em di aliyê bipêşxistina çand û hunera Kurdî de hewl nedin, hunera Kurdî wê tine bibe.”
Hesen diyar kir ku divê ciwan di warê hunerî de baş bên perwerdekirin û wiha axivî; “Li Herêma Kurdistanê weke tê xwestin huner di astek baş de nîne. Hemû televîzyonên me bi hunera biyanî dijîn. Ev jî bandoreke xirab li ser gelê me dike.” Semîner di dawiyê de bi pirs û bersivên li ser rewşa huner û pêşxistina sînemayê bi dawî bû.
SORAN MIHEMED/KERKÛK