Hunermend ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî Kobanê ketin nav liv û tevgerê. Hunermendan demên borî ji bo Şengalê dîmen kişandibûn, kampanya dabûn destpêkirin û li hember rewşa Kobanê jî bêdeng namînin. Endamên koma muzîkê ya bi navê ‘Mizikavanên Birêmin’, amedî ne, ji bo Kobanê bajar bi bajar digerin û li kolanan stranan dibêjin. Yek ji endamê koma muzîkê Servan Çetînkaya der barê xebatên xwe yên muzîkê de agahî da û diyar kir ku piştî li hemberî Kobanê êrîş dest pê kir, wan jî li kolanan ji bo Kobanê stran gotine û hewl dane di nava civakê de hesasiyetekê biafirînin.
Servan Çetînkaya destnîşan kir ku ger top, tifingên çeteyan hebin, gîtar, keman û erbaneyên wan hene û wiha got: “Dijberiya komkujiyan ji nasnameyê wêdetir, sekneke wij- danî ye. Rûmeta mirovahiyê û mafê jiyanê ketiye destên celadan. Bawerî û armanca me ew e ku gelê Rojava û hemû gelên bindest bigihîjin azadiya xwe.”
ÎZMÎR