Di roja 1’ê Mijdarê de li Silêmaniyê bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê Mîhrîcana Fîlman destpê dike. Derhênera Koreyî Dahcîma jî bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Sîber’ beşdarî mîhrîcanê dibe. Dahcîma bang li sînemagêrên cîhanê kir û got: “Werin em bi hev re bi hûnera xwe piştevaniya gelê Kobanê yên berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didin bikin.”
Li bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê di 1’ê Mijdarê de bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê Mîhrîcana Fîlman tê lidarxistin. Mîhrîcan bi diruşma “Em bi fîlmê xwe piştevaniya Kobanê û Mirovahiyê dikin” li Hola Rewşenbîri ya bajarê Silêmaniyê despêdike. Derhênera Koreyî Dahcîma bi fîlmê xwe yê bi navê “Sîber” beşdarî mîhrîcanê dibe. Derhêner Dahcîma diyar kir ku ew gelek şanaze bi hunera xwe dikare alîkariya welatiyên Kobanê yên li hemberî çeteyan berxwedanê dikin dike û wiha axivî: “Ez gelek kêfxweşim ku dikarim bi rêya sînemayê alîkariya gelê ji bo axa xwe canê xwe feda dikin û li hemberî çeteyan li ber xwe didin bikim.”

Dahcîma bang li hemû sînemagerên cîhanê jî kir û wiha berdewam kir: “Werin em bi hev re bi hûnera xwe piştevaniya gelê Kobanê yên berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didin bikin.” Dahcîma anî ziman ku divê tu kes li hemberî sucê mirovahiyê yê çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dikin bêdeng nemînin.

JINHA/SILÊMANÎ