Di çarçoveya konferansa yekem a lêkolînên civakên Kurd a ku IISKS li bajarê Elmanyayê Frankfurtê di navbera 16-18´ê Îlonê de li dar xist, framên wênegirê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Elîpûr hatin pêşandan. Di dema konferansê de Îbrahîm Elîpûr îşaret pê kir ku bi meşê ew zivistanê çûye gundê hewramanê yê bi navê Hewramanî Text û li wêneyên xelkê, sirûşt û ayînên dînî girtiye. Wênegirê ciwan ê sala 1989´an li Baneh ji dayik bûye, dibêje, wî nexasim jî ayîn û pîrozbahiya Pîrê Şalyar şopandiye û bi demê re dîtiye çawa mekan û ayîn ji holê hatine rakirin û sedema sereke ya vê yekê afirandin û belavkirina fikrekê yan jî îdeolojiyekê bûye ku pîrozkirina vê ayînê “guneh” e. Di vê ayînê de derwêşên Hewraman û ji derveyî Hewraman li gund kom dibin, zarok li guwîz û şîrînahiyê digerin û qurban tên serjêkirin. Mala ku weke mala Pîrê Şalyar tê zanîn mekanê sereke yê vê ayînê bûye ku di nava demeke kurt bi fikr û îdeolojiya melayan belav kirî hat texrîbkirin û pencere û deriyên sedan salî hatin hilkirin û pirtûk û eşyayên beşek ji merasîmê re pê re hatin tinekirin.
FRANKFURT