Li komuna Marignane ya li başûrê Fransayê, ciwanên Kurd ji bo Ocalan êvara Yekşemê meşiyan. Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hate lidarxistin. Li navenda bajêr danê êvarê bi beşdariya 150 ciwanî pêk hat.
Di meşê de wêneyên Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Ciwan heta ber Şaredariya Marignaneyê meşiyan û li ber Çerxa Şoreşê ji bo bibîranîna şehîdan rêzgirtin. Piştre ciwanan xwest ku parêzer û malbata Ocalan karibin tavilê wî bibînin.
Li balefirgeha Dusseldorfê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li Elmanyayê li balefirgeha Dusseldorfê ciwanên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidarxist. Yekşemê saet di 20.50’an de qederê 20 ciwanan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî di çarçoveya pêngava ‘Nehêle’ û bi şîara ‘Destûrê nede faşîzm û tecrîdê’ hate lidarxistin. Ciwanan xwest ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û heyetên serbixwe biçin serdana Ocalan. Polîsên Elman û neonazîyan bi devkî êrişî ciwanan kir. Ciwanan jî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bersiv da wan.