
Mela Mehmûdê Bazîdî yek ji wan şexsiyetên girîng e ku ji bo ziman û çanda Kurdî gelek ked daye û navê wî ketiye nava dîroka Kurdî. Niha bi gotarek ew bûye mêvanê kovara Kurt Tarîhî.
Kovara “Kurt Tarîhî” ku du meha carek bi Tirkî weşanê dike, di hejmara 27’an de Mûrad Celalî li ser Mela Mehmûdê Bazîdî gotarek nivîsandiye û ev gotar bûye berga kovarê. Di gotarê de biyografiya Mela Mehmûdê Bazîdî tê pêşkêş kirin.
Cemal Gursel û komkujiya li ser Kurdan
Lêkolîner Rohat Alakom ku di her hejmarê de ji Swêdê agahiyên dîrokî yên li ser Kurdan berhev dike û pêşkêş dike vê carê berê xwe dide Serokomarê Tirkiyeyê yê dema derbeya 27’ê Gulanê Cemal Gursel û meseleya komkujiya li ser Kurdan a wê demê hatibû rojevê dide ber ronahiyê.
Di sedsala 13’an de çêbûna Kurdistanê
Nivîskar Mesûd Serfiraz jî berê xwe daye ser berhemên Bedirxaniyan ên di dema serdema dawî ya Osmanî de.
Yek ji nivîsên girîng jî a nivîsa Boris James e. Wî mijara “Di sedsala 13’an de çêbûna Kurdistanê” girtiye dest, di nivîsê de heta sedsala 13 û 14’an diçe, hem wekî beşek siyasî çêbûna Kurdistanê digire dest, hem jî di nav împaratoriyan de çîroka bidestxistina xweseriya Kurdan radixe ber çavan.
AMED