Li gundê El-Şehabiyê ê li başûrê bajaroka Til Rifetê, 30 malbat dimînin. Şervanên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) 15’ê Sibata 2016’an gund ji çeteyên Koalîsyona Niştimanî rizgar kirin.

Zarok bê perwerde man

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û dagirkirina komên Koalîsyona Sûriyê ji gundewarên herêma Şehba re, zarokên gundê El-Şehabiyê ji ber kiryarên çeteyan û bombebarana balafirên rêjîmê ji perwerdeyê mehrûmbêpar man.

Li dijî nezaniyê, seferber bûn

Piştî ku gund ji çeteyên Koalîyonê  hat rizgarkirin, şênî û rûspiyên wî ji bo perwerdekirina zarokan û rizgartkirina wan ji diyardeya nezanînê, ketin nav seferberiyê. Şêniyên gund biryar dan ku bi derfetên xwe dibistanekê ava bikin.

Jiyana kominal wiha ye

Şêniyên gundê El Şehabiyê ji bo avakirina dibistanê milyonek û 800 hezar lîreyêbn Sûrî dan hev û yekser dest  bi avakirinê kirin. Avakirina dibistanê meh û nîvekê dewam kir.

Meclîsa Herêma Şehbayê jî kursî, mase, texte, çente, pênûs, lênûs û pirtûkên perwerdeyê ji dibistan û şagirtan re peyde kirin.

Avakirina dibistanê 25’ê Îlonê bi dawî û di destpêka Cotmehê de jî deriyên xwe li zarokan vekir. Ji bo xwendinê 67 zarokan navên xwe li dibistanê qeyd kir.

Ji bo perwerdekirinê jî Mamoste Ehmed Selame ji gundê Kefer Nasih ê ku 2 km dûrî gundê El-Şehabiyê ye, her roj tê dibistanê û dersan dide zarokan.

Di dibistanê de waneyên zimanê Erebî, bîrkarî, erdnîgarî, dîrok û zimanê Înglîzî hene.

Çerxa rêxistinî ya dibistanê

Ji ber ku ev 3 sal in zarok ji perwerdeyê bêpar mane, zarok niha li ser tîpan û hin bingehên zanistan perwerde dibin. Piştî ku ev qonax bidawî bibe jî her zarokek li gorî asta xwe li polan bên belavkirin.

Tê payîn di demên pêş de dibistan bê mezinkirin da ku hemû astên dibistanê di nav xwe de bihewîne.

Gundî spasdar in

Şêniyên gund û rûspiyên xwe ji vê rewşê spasdar in ew bi hêvî ne di nav demeke kurt de karibin jiyana xwe mîna berê û heta xweştir vegerînin.

Zarokên vî gundi niha bi kelecana nedîtina 3 salan, berê xwe didin dibistanê û perwerde dibin.

Di dema desthiladariya rejîma Baasê de li gund bi tenê odeyek ji bo perwerdeyê hebû, vê jî têra hemû zarokan nedikir. Lewra şêniyên gund neçar diman zarokên xwe bişînin dibistanên bajarokê Til Rifetê. 


 ANHA / ŞEHBA