Li Rapa Nuî (Ewrûpiyan navê Easter Island lê kiriye) ku giraveke volkanîk e li Polonezyayê, û bi xwe ser bi dewleta Şîlî ye, kesekî ji Şîliyê bi pîkapeke li yekî ji peykerên girav pê navdar da. Polîs ev kesê hanê yê li giravê girt û doz ji ber zirarkirina li şûnwarê neteweyî lê vekir. Şaredarê Easter Islandê jî piştî bûyerê, bikaranîna maşînên bi motor li giravê sînordar kir.

   

Beriya mîladê bi 1200 salî deryavan li giravê bi cih bûne û çandeke dewlemend ava kirine. Ha ev peykerên kevirî yên mezin jî ji wan mane. Li gorî texmînan serjimara hingê ya giravê qederê 3 hezar bûye. Lê ji ber nexweşiyên ewrûpiyan bi xwe re anî û ji ber koçberiyê, serjimara xwecihan li giravê sala 1877´an daketibû 111´an.

Ha ji pêşiyên wan qederê 900 peyker li giravê hene û navê “moai” li wan tê kirin.

Ev pîkapa mezin a weke nîvkamyonekê, li nav erdên parastî geriyaye û li peykerekî moai daye. Di encamê de hem peyker û hem jî platforma li serê texrîb bû. Lê ev ne xirakirina van peykeran a pêşî bû. Sala 2017´an jî turîstekî Fînlandî hin peyker xira kiribûn. Hingê polîs ev kesê bi navê Marko Kuljhu girtibû, heta ku temamî xisara kirî jî nestendî ew bernedabû û paşê jî bi şertê ku 3 salan venegere giravê ew dersînor kiribû.

Sala 1995´an UNESCO´yê Rapa Nûî weke Mîrasa Çandî ya Dinyayê qebûl kiribû.  

 

 NAVENDANÛÇEYAN