Geliyê Ava Spî ya bi xweşikahiya xwe ya xwezayî balê dikşîne ser xwe û di navbera Nisêbîn- Mîdyadê de ye, ji ber kana keviran a bi salan e li herêmê xebatan dimeşîne, bi xetera tinêbûnê re rû bi rû ye. Kana ku tevî hişyarkirinan nayê girtin, zirarê dide hemû zindiyên deverê.
Tesîsên Kirmataş û Betona Amade ya Metal Înşaatê ye û li ser Çemê Ava Spî yê navbera navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Mîdyadê de ye, ji bo jiyana hemû zindiyan tehlûkeyek e. Kana keviran a ku ev 10 sal in Geliyê Ava Spî diherimîne, li herêmê rê li ber zirarên mezin vekir. Tevî ku gelê herêmê bi dehan caran gilî kir û tevî ku kan qaçax e jî, nayê girtin.
Geliyê ku di navbera Midyat û Nisêbînê de 20 kîlometreyan dirêj e, tevî Çemê Nisêbînê, bedewî û xemla deverê ye. Ava Spî ku ji bo tevahiya Mêrdînê çavkaniya ava vexwarinê ye jî.
Kana di çiyê de heta niha bi sedan dar û zindî tine kirine. Kana ku çiya dikole, di zinaran de her roj bi dehan dînamîtan diteqîne. Bi teqîna dînamîtan re sewal tên mirarkirin û hejîna ji ber teqînê zirarê dide çavkaniyên avê jî. Axa ji kanê dertê, gel jî nerehet dike û av jî ji ber vê qirêj dibe.
Ekolojîstan berê jî bi dehan caran banga girtina kanê kir û heta kampanyayek jî dan destpêkirin. Tevî ku gundiyên deverê jî ji aliyê xwe ve giliyê kanê kir, kana qaçax nayê girtin.
n JINNEWS/MÊRDÎN