
Zarokên penaber ên Şengalê, bi karneyên bi zimanê dayîkê şabûn. Li dibistana Şehîd Cemal a Wargeha Newrozê ya penaberên Şengalê bi amadebûna hemû sazî û dezgehên li wargehê, karneyên dawiya salê ên sala 2016 - 2017'an li xwendevanên refa yekem heya heftem hatin belavkirin.
Zarokên Êzîdî yên ji ber fermana çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne û niha li wargeha Newroz ya li Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ev 3 sal in bi zimanê dayikê perwerde dibînin. Zarokên dibistana Şehîd Cemal (Şehîd Serdar) a Wargeha Newroz a Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna endam û berpirsên sazî û rêxistinên li wargehê bi merasîmeke mezin karneyên xwe wergirtin. Di merasîmê de 500 xwendekar bi karneyên xwe yên bi Kurdî şabûn.
Di destpêka merasîma belavkirina karneyan de Rêvebera Dibistana Şehîd Cemal, Adar Demîr xwendevanên dibistanê pîroz kirin û got; "Ev bû sê sal em bi zimanê dayîkê li vêderê perwerde dikin. Ji bo me civaka Êzîdxanê, ev dibistan û perwerde, cihê fêrbûn, pêşketin û bingeha civakê ye."
Bersivek li dijî dijmin
Her wiha li ser navê Meclisa Avaker a Şengalê Omer Saleh jî axivî û pîrozbahî li xwendevanan kir û got, "Em destxweşiyê li mamostayan dikin ku ev bu 3 sal in, ji bo siberoja civaka xwe, van zarokan perwerde dikin û fêrî xwendinê dikin. Ev yek bû bersivek ji dijmin re ku dixwest zarokên me bê perwerde bihêle.”
Li ser navê PADÊ’yê Heyder Şemo jî axivî û got, "Dijminê me êrişê me dikir û dixwest me tine bike. Lê ew zarokên ku ji erişên wan rizgar bûne û di wê zehmetiya 3'ê Tebaxa 2014´an de ji tî û birsa dinalîn îro, bi ser dikevin. Em di wê baweriyê de ne ku ev zarokên ji êrîşên fermanê xelas bûne, wê bibin paşeroja civaka Êzîdxanê."
Piştî axaftinan mamostayên dibistanê karne li 500 xwendevanan belav kirin. Her wiha xwendevanên serketî yên refa yekem heta sêyem jî hatin xelatkirin.
ANHA / DÊRIK