Roja Çarşemê, êvarê li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, Festîvala Sînemaya Navdewletî bi başdarbûna 122 filman ji 52 dewletan, dest pê kir. Festîvala ku îsal sêyemîna wê bi rê ve diçe, çarşemê êvarî saet 6´an dest pê kir û li Qesra Huner a bajarê Siklêmanî filma yekem hat nîşandan. Çav li rê ye ku festîval hefteyekê dewam bike.

Film wê li 4` holan bêne nîşandan, û gelek navdarên sînemaya dinyayê jî beşdar dibin li festîvalê.

Serokê sêyemîna vê festîvalê, dîsa Mela Bextiyar bû û wî di gotara destpêkê ya festîvalê de got, “Divê em vê festîvalê bidomînin û neteweya me bibe xwedî sînemayeke ku em pê serbilind bin.”

   

Çîroka şerê li dijî DAIŞ´ê

Filma bi navê Keçên Rojê (Girls of the Sun) jî beşdarî Festîvala Navdewletî ya Filman a Silêmaniyê dibe. Mijara filmê şervanên jin ên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ji bo rizgarkirina Kobanê bi erka xwe radibin.

Festîvalê çarşemê êvarê ango 10´ê Cotmehê, bi nîşandana vê filmê û beşdariyê çend lîsikvanên filmê, bi merasimekê dest pê kir.

Derhênera Fransî, Eva Husson derhênariya filma Keçên Rojê kiriye û aktirîsta navdar a Îranê, Golshifteh Farahani rola sereke ya filmê dike. Di filmê de ew hem fermandar e û hem jî gelek jinan ji destê DAIŞ´ê rizgar dike.

Çîroka vê filmê bi rêya jineke rojnamevan a fransî tê vegotin.

 

2 filmên Kiyaostemî jî hene

Li 4 holên sînema yên Silêmaniyê berhemên festîvalê, ango filmên dirêj, kurtefilm, belgefilm, anîmasyon û zarokan tê de cih digirin, tên nîşandan.

Endamên jûriyê ji Japonya, Hindistan, Dubaî, Endonezya, Emerîka û Swêdê çûne.

Di nava 122 filmên ji 52 welatan de, ev ji bo cara yekem e ku 2 filmên Ebbas Kiyarostemî, sînemakarê binavûdeng ê Îranî tên nîşandan. Yek ji van filma “Min Bibe Malê” û yan din jî “76 Xulek û 15 Çirke” ye ku xwediyê xelatên 130 festîvalên navdewletî ne.Di festîvalê de wê 14 xelat ji bo rikberiya serketiyan bên dayîn. 5 xelatên din jî wê ji bo hurmet û kerametê bên dayîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN