
Dema mirov van berhemên bi keviran ên resam û heykeltraş Nizar Elî Bedr ê ji Sûriyê dibîne, ew dîmenên nas û tahl ên koçberiya ji ber şer tên bîra mirovî: Malbatek, çend tişt û mişt û hin tûrikê bi xwe re hilgirtî, dane ser rêya koçberiyê. Zarokên tirsiyayê dayikên xwe himbêz dikin, dayikek li ber serê zaroka xwe ya mirî rondikan dibarîne, kur kiriye girî.
Ha ev dîmenên hanê, bi hunera Nizar Elî Bedr bi keviran bi gewde bûne.
Nizar Elî Bedr ê 52 salî, resmên van berhemên xwe bi rêya Facebookê diweşîne. Û her berhemek xwedî serpêhatiya xwe ye.
Serpêhatiya hunerê wî 35 salî ye
Herçî Bedr e ev demeke dirêj e bi vî hunerî mijûl e; ev 35 sal in ku diçe peravên Lazqiyê û kevirên bi teşe, reng û avahiyên cihê berhev dike.
Dema ku sala 2011´an li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir, Nizar Elî Bedr dest pê kir bi van kevirên xwe û hunerê xwe erpêhatiya şerî vebêje.
Bedr ji Lezqiyê bi saziya çapemeniya ya Brîtanî BBC´yê re peyivî û got, destpêkê dema ku wî berhemên xwe çêdikirin, ji ber ku mekîneyeke wî ya wênegir nebû, kêliyekê li wan dinihêrî û paşê ew xira dikirin û hinên din ên nû çêdikirin. Nizar Elî Bedr dibêj, berhemên wî îfadeya kerb, tirs û mitaleyan e ku bi şev xewê li wî diherimandin. Niha êdî wî dest pê kiriye, van berhem û hestên xwe bi dinyayê re parve dike, ango wan diweşîne.
Çiya îlhamê didinê
Piştî ku Bedr têra xwe kevir berhev kirin, wan dibe studyoya xwe ya li navenda bajêr, ew çiyayê ku ji Lazqiyê xuya ne jî wekî çavkaniyeke îlhamê dibîne. Bedr, berê kevirên xwe bi kartonên stûr ve dikir. Lê belê niha ji ber ku zemq ji bo wî buha ye, wêneyên wan digire û paşê xira dike: “Ez wêneyên tabloyên xwe digirim. Bi ya min ev rêya herî baş e ji bo ez berhemên xwe biparêzim û wan bigihînim mirovên din.”
Hestên xwe bi keviran re parve dike
Nizar Elî Bedr ji destpêka şerê navxweyî liSûriyê ve bêhtirî 25 hezar kompozîsyonan çêkirine., bi ser de jî ew wan nafiroşe, ew wan wekî rêbazeke debara xwe nabîne: “Beriya her tiştî ez mirov im. Şerî bi min gelek tişt dan jiyîn. Ez carinan bi şev nikarim razêm. Yekane tişta min haş dike ev hunerê min e. Ji ber vê jî ez wî wek çavkaniyeke debara xwe nabînim. Ez tevahiya hestên xwe yên weke evîn, hêvî, xemgîniyê bi keviran re parve dikim.”
Koçberî stûna navmala hunerê wî ye
Ji bo Nizar Elî Bedr koçberî mijareke sereke ye. Ew dibêje, “Dema min ew mirov dîtin ku koçber bûn, êşeke mezin girt dilê min. Ma çima mirovek neçar bimîne ku mala xwe bi cih bihêle?”
Nivîskara Kanadayî Margeret Ruurs jî ji ber tesîra hunerê Bedr li wê kirî û di pirtûka zarokan a pirr firotî ya bi navê “Stepping Stones: A Refugee Family’s Journey” (Kevirên ji bo qevaztinê: Rêwîtiya malbateke penaber) de wêneyên berhemên wî bi kar anîne.
Di pirtûkê de behsa Rama û malbata wê tê kirin ku li gundekî aram dijiyan, lê ji ber şer neçar man gundê xwe bi cih bihêlin.
Nizar Elî Bedr dibêje, niha xewn û xeyala wî ya mezin ew e ku pêşangeheke mezin veke û dahata wê jî bike bêş jibo mexdûrên şerî.


NAVENDA NÛÇEYAN