SOLÎN REŞÎD / ANHA/HELEB

Jinên bajarê Helebê cilên folklorik, di dema şahî û pêşwazikirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li xwe dikin.

Cil û bergên folklorîk ên kurdî yên mêr û jinan ji sembolên kevn û kevneşopên gelê Kurd in ku heta îro tên parastin, nemaze di şahiyan de ew cil tên lixwekirin. Lê cudahiya cilên jinên Kurd, biriqîn, reng, dirûtin û cawê wê yê balkêş û navdar e, her wiha xweşikbûnê di hemû boneyan de eşkere dikin.

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re, jinan biryar da ku cilên folklorîk di xebatên xwe yên 8 rojan de li xwe bikin da ku pêşkêşiya vê boneyê bikin. Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê yên di saziyên tax, komîn, meclis û dibistanan de dixebitin, cilên folklorîk tevî şala YPJ’ê di xebatên pêşkêşkirina 8’ê Adarê de li xwe dikin.

Endama Komîna Şehîd Gulê Selmo ya bajarê Helebê Fêrcîn Mihemed Roja Jinan a Cîhanê li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Em semîneran li ser girîngî û nasîna Roja Jinan a Cîhanê li dar dixin, her wiha cilên xwe yên folklorîk li xwe dikin ku nameyekê ji tevahî jinan re bişînin ku tê de girêdana xwe bi çanda xwe re bisepînin.”