Welatiyê bi navê Mehmet Bayar ku li kafederyaya Navenda Çandê ya Sumerparkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê dixebite, hestiyariya xwe 2 welatiyên astengkar kir xwedî sandalyayên bi teker. Piştî ku Şaredariya Esenlerê kampanya "Devikên şîn (mavî kapak) a şûşê avê (pet) da destpêkirin, Mehmet Bayar jî dest bi komkirina Devikên Şîn ên şûşê avê kir. Bayar ku salek berê dest bi komkirina devikan kir û heta niha 2 welatî kir xwedî sandalyayên bi teker. Bayar, di destpêkê de 350 kîlo devikên şuyeyên avê kom kir û ji Şaredariya Esenlerê re şand. Bayar, li hemberî vê yekê 2 sanlaya wergirtin. Bayar, piştî ku ev sandalyayên bi teker wergirtin, diyarî Midûriyeta Şaxên Xizmeta Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Bayar, pişt re dîsa bi alîkariya gelek saziyan dest bi komkirina devikan kir û niha tonek deevikên şûşên avê (pet) kom kir. Bayar, piştî tonek devik kom kir, xwe amade dike ku ji Şaredariya Esenler a Stenbolê re bişîne û li hemberî vê yekê 4 sandalyayên bi teker wergire.

Bayar, kampanyayê didomîne

Bayar, anî ziman ku ew komkirina devikên şûşeyên avê kom dike û wiha got: "Piştî min agahiya kampanyayê bihîst min jî biryar ta ku piştgiriyê bidim û xwe tev li kampanyayê bikim. Min hemû kafeterya, dibistan, kahweşane û gelek wargehên civakî temîn kiriye û alîkariyê didin min. Min di 4 mehan de 350 kîlo devik (derdîlk) kom kir û li hemberî wan 2 sandalayên bi teker wergirtin. Niha jî ez dê dîsa devikan bişînim û li hemberî wê 4 sandalyayên bi teker wergiirm. Bayar, spasiya xwe ji her kesî re anî ziman û xwest her kes piştgiriyê bidin kampanyayê.
Koordînatora Projeyê Prof. Dr. Nurselen Toygar bi armanca piştgiriyê bidin welatiyên astengdar û derdorê paqij bigirin dest bi kampanyayê kirin. Toygar, ji ber ku devikên şûşê avê bi hêsanî tên komkirin û zirare didin derdorê projeyek bi vî rengî da destpêkirin. Heta niha 150 ton devik hatin komkirin û 520 sandalyayên bi teker hatin diyarîkirin.

Kampanya dê heta 2012'an bidome. Ger ku daxwaz û eleqe zêde be, dikarin dirêj jî bikin.

AMED