Li bajarê Qamişloyê 21 kooperatîf hene ku xizmeta civakê dikin û jiyana komînal di nava civakê de bi pêş dixin. Ev kooperatîf di bin banê Yekitiya Kooperatîfan a herêma Cizîrê de dixebitin.
Ji kooperatîfên li bajarê Qamişlo, yên jenatoran, 10 in û li taxên bajêr belav bûyî ne; şênî wan bi rê ve dibin. Du kooperatîfên sewalkariyê jî li taxa Xerbî hatin vekirin.
Ji aliyê jinan ve kooperatîfên xweser hatin vekirin. Kooperatîfa Şîlan a dirûtina cil û bergên jinan, bi beşdarbûna 40 endamên jin li taxa Hilêliyê hate vekirin. Her wiha kooperatîfa Hêvî û Nesrîn a çêkirina madeyên paqiyê jî bi beşdarbûna 48 jinan hate vekirin.
Di çarçoveya rêgirtina li ber keysbaziya dermanan de, Kooperatîfa Tenduristiyê bi tevlîbûna 85 kesan hate vekirin, her beşdarekî 100 hezar lîreyên Sûrî li kooperatîfê razand û pêwîstiyên tenduristiyê difiroşin. Di Kooperatîfa Hevgirtin a madeyên xwarin û paqijiyê de 550 kes, her yekî bi 15 hezar lîreyan beşdarî projeyê bûne.
Para malbatên şehîdan jî di kooperatîfan de heye. Di vê çarçoveyê de firneya nan bi beşdarbûna 50 malbatî hate vekirin.
ANHA / QAMIŞLO