Li Şengalê ji ber ku hikûmeta Iraqê korîdora mirovî girt û êdî derman neman, li Şengalê, nexweşxane hatin girtin.

Piştî ku hikûmeta Iraqê korîdora mirovî ya di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de girt, li Şengalê pirsgirêka nebûna dermanan jî da der. Komîteya Tendirustî ya Şengalê derbarê mijarê de bang li hikûmeta Iraqê û cihên peywandîdar kir ku deriyê sînor demil dest were vekirin, lewma ew sedema girtina nexweşxaneyan e.

Hêjayî gotinê ye ku xelkê Şengalê ev 11 roj in li ser deriyê sînor li dijî girtina korîdora mirovî di çalakiya nobetê de ne û eşkere dikin ku heta ku derî neyê vekirin çalakiya wan wê dewam dike.

 

 ROJNEWS / ŞENGAL