
Li Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Amed, Wan, Riha, Eskîşehîr û Bedlîsê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek bernameyên cuda pêk hatin. Di bernameyan de hate diyarkirin ku hêmane herî bingehî ya civakê ziman e û hate xwestin ku hemû kes li hemberî asîmîlasyona ziman derkevin.
KURDÎ-DER'a Edene bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî li parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" hate vekirin û dowîzên "Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin", "Bê zûnî jiyan nibeto" û "Cejna zimanê Kurdî pîroz be" hatin hilgirtin. Li ser navê KURDÎ-DER'ê Mehmet Seven bi Kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku di dîroka hemû gelan de rojên girîng hene. Seven, anî ziman ku 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî ji wan rojan yek e. Seven, da zanin ku di serdema AKP'ê de qedexe û înkara ziman zêde bûye. Seven, bilêv kir ku gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û têkoşîna vê yekê dide.
Li Mêrsînê ji bi heman armancê bi 2 zaravayên Kurdî daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP û ÎHD'ê û gelek kesên din tevli daxuyaniya li avahiya KURDÎ-DER'ê pêk hat bûn. Serokê KURDÎ-DER'ê Selahattîn Çam, diyar kir ku divê Kurdî bê axaftin û xwendin û wiha got: "Hemû ziman weke gulên li baxceyan in. Divê ziman neyên windakirin. Em ji xwedî li 5 zaravayên Kurdî derdikevin." Rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Seyîtoglu jî bi zaravayê kurmançkî daxuyanî xwend bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurd.
Li Îzmirê meş
KURDÎ-DER'a Îzmîrê jî ber Konak Pîer heta Sumerbankê meşek li dar xist. Di meşê de pankarta "Êdî bes e em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" hatin vekirin û bi zaravayên Kurmanci û Kurmanckî dowîz hatin vekirin û li gel vê yekê bi erebî, ermenî, îngîlîzî, tirkî, rusî û suryanî jî dowîz hatin vekirin. Piştî re Nûnerê KURDÎ-DER'ê Mustafa Borak, daxuyanî xwend û diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi hêsanî nehate qezenckirin.
Li Erxaniyê konser
KURDÎ-DER'a Erxaniyê jî bi heman armancê xwest meşekê li dar bixe lê polîsan meş asteng kir. Di daxuyaniya li ber avahiya KURDÎ-DER'ê hate dayîn de bertek nîşanî astengiya polîsan hate dan. Serokê KURDÎ-DER'a Erxaniyê Servet Pala, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevli daxuyaniyê bûn. Li Erxaniya Amedê bi minasebeta Cejna Ziman konsek hat lidarxistin. Konser ji hêla KURDÎ-DER’ê ve hat organîzekirin.
KURDÎ-DER'a Rihayê bi minasebeta Cejna Ziman li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê komeleyê Omer Yardimci, daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ev roj ji bo Kurdan rojek pîroz e. Yardimci, destnîşan kir ku divê zimanê zikmakî û statuya Kurdî di makeqanûna nû de cih bigire û her wiha divê bi zimanê zikmakî perwerdê bê dayîn.
Bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê li ber avahiya AVM'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta '15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be' û 'Kerem bikin em bi hev re zimanê xwe fêr bibin' hat vekirin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Abdulhakîm Kartal axivî û bal kişand ser polîtîkayên ser ziman û têkoşîna ku ji bo ziman tê dayîn.
Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
Li Wanê jî Cejna Zimanê Kurdî di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de hat pîroz kirin. Girseya ku li Parka Musa Anter a Aştiyê kom bûn meşek bi girseyi pêk anîn. Beriya meşê polîsan bi TOMA Akrep û maşîneyên zirxî park dorpêç kir û tedbîrên mezin girt. Li parka Musa Anter Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçar û Adil Kurt, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, rêveberên BDP'ê nûnerên KESK, DİSK'ê û gelek kesên din amade bûn. Girsê di meşê de pankarta "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be" vekir û dowîzên "Bi Kurdî biaxive û bixwîne" ve "Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber "Bê ziman jiyan nabe" berz kir. Girse bi dirûşmeyan heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Piştî niqaşan girse dîsa meşiya û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.
Li zer navê KURDÎ-DER'ê Levent Urun, astengiya li pêş meşê şermezar kir û wiha got: "Di dîroka komarê de her tim zimanê Kurdî, Laz, Çerkez û zimanêdin hatin tunekirin. Her dim dewletê zimanên din tune hesibandin û înkar kir. Em dixwazin êdî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û nasnameya Kurdan ji aliyê makeqanûnê ve bê qebûlkirin."
Têkoşîn dê bidome
Ji hêla BDP'a Eskîşehîrê ve li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de qala girîngiya cejna ziman hat kirin. Serokê BDP'ê Ayhan Tepe, diyar kir ku ligel polîtîkayên dagirker, kedxwarî û asîmîlasyonê her tim zimanê xwe parastiye. Tepe, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala perwerdê û da zanîn ku ev pergala 4+4+4 tê wateya ji holê rakirina zimanê zikmakî. Tepe, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurd bi têkoşîna xwe niha hatiye asteke girîng û dê wekî her car jî têkoşîna xwe ya azadiyê bênavber bidomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Xebatên ziman pîroz e
Serokatiya Kongra Gel 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ji bo pêşxistin û fermîkirina Kurdî xwest hemû Kurd bikevin nava hewldanê.
Serokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: “Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber APO, hemû dayik û zarokên Kurd, tekoşerên azadiyê, hemû gelê Kurd û Kurdistanê re pîroz be.”
Serokatiya KONGRA- GEL di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ku divê gelê me û hemû sazî û dezgehên Kurdistanî, pêwîste bi avayekî germ li Cejna Zimanê KurdÎ xwedî derkevin. Ji ber ku ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûna gelê me ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Teqrîben heft hezar girtiyên ku di çarçoveya polîtîkayên komkujiya siyasî ya dewleta AKPê de hatine zindanî kirin û parastina wana ya bi zimanê dayîkê ji aliyê dewletê ve hatiye qedexe kirin, em bi taybetî “cejna zimanê Kurdî” ya hemûyan pîroz dikin. Ji ber vê cejnê berxwedana wan a bi rûmet ji bo azadiya nasname û zimanê dayikê bi dil û can silav dikin. Dewleta AKP’ê di şexsiyeta wan de dixwaze zimanê Kurdên azad jê bike. Lê belê ev siyaseta faşist ya AKP’ê bi berxwedana gel û bi berxwedana tekoşerên azadiyê têk çû. Zimanê Kurdî bi tekoşîna dayîkên Kurd, zarokên Kurd, xwendekarên Kurd û bi giştî xwedî derketina gelê Kurd ê bi avayekî azad jiyan bike.”
'Divê bersiva dagirkeran bidin'
KONGRA GEL di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di roja 9’ê Gulana 2010’an de, ji ber nasnameyên xwe 4 Kurdên pêşengên azadiyê, 4 mamostayên Kurd, mamoste Ferzad Kemanger, mamoste Ferhad Wekîlî, mamoste Elî Heyderiyan û Şîrîn Elemhûlî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Daxwazî û wasiyeta mamoste Ferzad Kemanger ya dawî ew bu ku, destûr bê dayîn dilê wî di bedena zarokekî Kurd de jiyan bike. Ji bo me hemûyan wazîfeyeke pîroz e ku bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî, dilê heval mamoste Ferzad Kemanger û yên hevalên wî û dilê hemû tekoşerên azadiyê, di dilê zarokên Kurdistanê de em bidin jiyankirinê.”
ANF/BRUKSEL
'Azadiya ziman, azadiya gel e'
Navenda Giştî ya BDP'ê bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de cejna ziman hate pîrozkirin û hat bi bîrxistin ku 15 gulanê Roja Zimanê Kurdî, di heman demê de roja derxistina Kovara Hewar ya ku ji hêla zanyarê zimanê Kurdî Celadet Alî Bederxan û hevalên wî ve di sala 1932'yan de hatiye derxistin e.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kadroyên Kovara Hewarê, bi xwedîderketina ziman re, li gelek deveran, enstutiyên zimanê Kurdî vekirin û ev tiş lê hate zêdekirin: "Li welatê me qasî zimanê Kurdî ji hêla 20 milyon Kurdî ve tê axaftin, lê ev ziman her roj bi polîtîkayên pişaftinê û zordariyê ji holê tê rakirin û hê jî perwerdeya bi zimanê Kurdî xedexe ye û astengiyên hiqûqî ranewestiyane."
'Qedexe li dadgehan didomin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku parlamenterên BDP'ê, şaredarî û rêveberên Kurd ji ber Kurdî axivîne hemû hatine girtin, Rojmaneya rojane ya bi Kurdî Azadiya Welat bi dehan caran hate girtin û ji gerînendayên rojnamê re bi dehan salan ceza hatiye birîn. BDP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexeya li ser zimanê Kurdî hê jî di dadgehan de erdewam dike û ev tişt hate gotin: "Di çarçoveya operasyonên siyasî de bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin û parastina bi zimanê Kurdî hate astengkirin. Lewre mafê parastinê mafê hemû welatî ye. Ew jî bi zimanê dayikê dibe xwedî wate. Lê dadgeh vî mavê pîroz bi helwesteke qedexekar herdem asteng dike."
'Azadiya ziman bi statuyê dibe'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku azadiya civakekî û azadiya gelekî bi azadiya zimanê wê civakê ve girêdayî ye û ev tişt hat gotin: "Azadiya civakekî û azadiya gelekî, bi azadiya zimanê wî ve girêdayî ye. Ji bo zimanek azad be, divê ew ziman ji hêla makeqanûnê ve bê parastin û di nava jiyana rojane de, perwerdeyê de, ragihandin-nivîs û hêla siyasî de bi her alî ve bê bi kar anîn. Divê hemû astengiyên li dijî wî zimanî bê rakirin. Berovajiyê vî, heke ev satengiyên li hemberî zimanan ranebe, dê ev zinan xwe ji pişaftinê xilaz neke û dê di nava demê de ji bolê rabe."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êdî feraseta yek yekî di dema meya niha de cihê wê tune û wiha hat domandin: "Heta niha oplîtîkayên pişaftinê û înkarê stû neda xwerkirin, dê îro pê de jî ev polîtîkayên înkarên nikaribin stû li gelê Kurd bidin xwerkirin. Zimanê me rûmeta me ye. Jiyana bê ziman nabe."
DÎHA/ENQERE
‘Ziman mifta netewîtiyê ye’
Navenda KURDÎ-DER'ê, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li salona resepsiyona navenda Cand û Ciwanan a Cegerxîn resepsiyonek pêk anî. Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê M.Emîn Aktar, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu û reveberên wê, Rêveberên BDP'ê, xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û ji Herêma Federal a Kurdistanê gelek zimanzan, mamostayê kurdî û dayikên aştiyê amade bûn.
Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu li ser girîngî û wateya zimanê kurd axaftinek kir û wiha got: "Zimanê mirov nasname û netewa zimanê mirovane. Pêwîste fonksiyona ziman bê famkirin. Kesên dagirker wextê dixwazin miletekê tune bikin. Di serîde dest diavêjên zimanê wî û zimanê wî qedexe dikin. Ji bo vê xwedî derketina zimanê kurdî girînge. Ger em bixazin bersivekê baş bidin dagirkeran pêwîste me bi kurd biaxivin, bi kurd binivîsînin û bi kurd bixînin."
Dayik û ziman
Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglu jî axivî û da zanîn ku ziman mifta netewîtiyê ye, şeref û rûmeta gelane û wiha axivî: "Loma jî kesên êrîşkar di destpêkêde êrîşî ziman dikin. Gelek zor û zehmetî li ser zimanê kurdî hatiye meşandin. Di her qadîde ji bo zimanê kurd bê ji bîr kirin hikûmet her tiştî dike. Lê îro ger em bi ziman ê xwe di axivîn, ev ya di saya têkoşîn gelê me û dayikên me de. Hetanî dayikên me hebin dê zimanê me jî hebe. Ji bo wê em dixazin zimanê kurdî di cihanê de bibe zimaneke neteweyî."
Piştî axaftinan sîneviyona ku li ser giringiya perwerdehiya zimanê kurd hat pêşan dan plaketên ku ji aliyê TZP-KURD'î ve hatibûn amade kirin dan xwediyê wan. KURDÎ-DER'ê ji ber li xwediderketin û parastina zimanê kurdî plaket dan Rojnameya Azadiya Welat Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Parlamenterê BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê, Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili wergirt.
DÎHA/AMED
'Ziman rûmet e'
Li wargeha penaberan a Şehît Rustem (Mexmûr) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek hat dayîn.
Daxûyaniya li ser navê Saziya Perwerde û Hîndekariya Wargeha Şehît Rustem ji aliyê mamoste Sedîq Benek ve hat xwendin. Benek, diyar kir ku roja zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz be. Benek, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha got: “Ziman amurek yê danûstandin, ragihandin, têgihiştin û têgihandina di navbera endamên civakê de ye. Ziman ji bo berhemên devokî û nivîskî ji nifşekê derbasî nifşek din kirin, pir girîng e. Lewma cewherê xwemaliya civakî di hebûna zimanê dayikê de veşartiye”.
Daxuyanî wiha didome: “Fêrbûna zimanê dayikê ji mafê mirovan yê herî bingehînn e. Hemû lêkolînên zanistî nîşan didin ku fêrbûna zimanê dayikê di warê civakbûn û derûnî de alîkariyek mezin dide zarokan û lihevhatina wan a bi civakê re zêdetir dike. Eger pêşiya fêrbûna zimanê dayîkê yê zarokan bê girtin, ev tenê nabe înkarkirina nasnameya etnîkî û çandî, her wiha dibe sedemê serneketina di qada fêrbûna perwerdeya wan de jî. Mixabin tevî ku zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnare yên netewek xwecihî ye jî, ji aliyê hêzên serdest ên dagirker ve tê qedexekirin û ji xudbeyên olî bigire heta danûstandina bazarê, li her derê kesên ku bi zimanê xwe yê dayîkê axivîn, hatin cezakirin”.
Benek bang li hemû derdorên peywendîdar û rewşenbîran kir û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Em bi navê Saziya Perwerdeya Wargeha Ş. Rustem cejna zimanê dayikê li Rêber Apo, gelê Kurd pîroz dikin û bang li hemû rewşenbîr, sazî û dezgehên Kurdan û kesên dibêjin ez mafê mirovan di parêzim dikin ku nêzîkatiyên dijmin yên înkar, tunekirin û bişaftinê ya li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî bibînin, li hemberî wê bêdeng nemînin.”
DÎHA/MEXMÛR