Her çendî bîrdoza serkariyên Tirkan Sunî-Henifî jî ye. Wan ta di dema osmaniyan de dest pê kirine ku bi rêya bektaşîtiyan ku wek bîrdoza yênîçeriyan hatibû bikaranîn, Elewiyên Kurdan hem bi xwe ve girê bidin û hem jî di nava wê baweriya afrîndek de bihelînin. Lê dîsa jî hetînî salên şêstî bi dizî jî ba, li hin deveran cemên bi Kurdî dihatin girêdan. Hin parçeyên gulbangên wê demê gihîştine vê dema me jî. Pirrên mirovên me cudahiya di navbera Elewî û bektaşiyan de jî nizanin. Bi kurtî wiha ye:Yek: Hemû Elewiyên Kurd wek talib bi hin ocaxan ve yan jî malbatên pîroz wek Baba Mansuran ve girêdayîne. Rêberên wan ocaxan pîrê eleviyan in. Di nava bektaşiyan de ev mijareya ocaxan tune, ew dikarin wek muxtar yekî hilbijêrin. Ya duyemîn, Elewîyên Kurd ji ber pîroziya berxwedana li dij zulmê ji Hz. Husên re rêz digirin, lê di nava gulbangên wan de, zêde navê Elî, Muhammed derbaz nabin. Têkiliya peyva “Şahê Merdan ne bi Hz. Elî re, bi neviyê Murşîd Cuneyt, kurê pîr Heyder Şah Îsmaîl re heye. Ana Fatma jî hevjîna Mazdak e. Bektaşî nîva nîv misliman in. Di nava Elewiyan de roj/agir, ax û av tiştê herî pîroz in. Ev di nava bektaşiyan de ne di wê astê de ye.
Ew danzdeh xizmetên di cemê de ne bi danzdeh îmaman re bi danzdeh zîguratên Babîlê re têkilder e ku di Zerdeştî de jî danzdeh karekterên Ahura Mazda hene.
Pirtîka Pîr Alî
Pirtuka Pîr Alî Balî ya Bi navê „Dîwan-a Heq bi kurmancî cemê Elewitiyê“ di warê gulbangên bi Kurdî de pirtûka yekemîn e. Ev pirtûk bi kurmanciya Elbistanê hatiye nivisandin, ev jî rengeke xwerû dide vê berhema bi nirx. Birêz Pîr Alî Balî di pêşgotinê de wiha dinivîse:
„Elewiyên ku xwediyê dîrokeke kevnar in û 72 gelan(xelk), 18 hezar aleman bi çavên dil heq dibînin û wekî Kabe berî berbi însên ve dikin, bi sedemên komqirkirinên (qetliam) dîrokî neçar mane ku îbadetê xwe bi dizî bikarbînin. Di bin van şertên giran de Elewî ji baweriyên xwe yên oli pirr bi dûrketine,… Mirov dikane bipirse, ka ev donzdeh, gulbang, nefesên ku ji sedsalan vir de wek sirekê di paş deriyên bi kilît de tên gotin, çi rindî tevli jiyanke dostanî kirine…“
Di vê pirtûkê de mijara musahîbtiyê (destbirak, / biraye axretê) ji bo wî li darxistina cema kemerbestê. Cemgirêdanên di nava demeke peryodîk te tê girêdan. Di van ceman de danzdeh xizmetên heyî, rola wan û pîroziyên wan. Li gor felsefeya; „başbifikire, gotinên baş bibêje û karê baş bike!“ sonda îqrarê û gulbangên di vê pêvajoya cemê de bi aliyê pîr, rêber û endamên xizmetan ve tên xwendin, meşa semahê û wateye vê, gerandina semahê bi gulbangên têr, bi kurmanciya Elbistanê tê şirovekirin.
Çend mînak ji gulbangan:
„Bi navî Heq! Xizmet ji me, destur ji ocaxî Heq be. Rûyên nûranî; destên li dest in, dil û canên bi pirsa xwe li rêya Heq kemerbest in. Xizir bi destên we bigire, ji qeda û belayan biparêze!...“
Li ser loqmeyê
„Bi navî Heq! Loqme Heq be, êşk be, dem be! Xwedê ji we re keremê ji ramê xwe zêdeke! Însanên comert muxtacê insanên namert meke, li pêşiya qeda û belayan bisekine, ji derdan re bi derman be!..“
Li ser qurbanê
„Bi navî Heq! Zimanê me destûra Xwedê, nûr û bereketa Celîl. Qurbana Îbrahîm Xelîl, hat li şûna îsmaîl. Me adand bi Heqî xwe re!...“
Her çendî di berhemê de hin gulbang çendbare bûbin jî, wê rastiya cemê bi awayeke giştî li ber çavan radixîne. Divê her Kurd ji bo ku bikane Elewiyên Kurdan binase vê berhemê bixwîne.
Nasnameye Berhemê
Nav : „Dîwan-a Heq bi kurmancî cemê Elewitiyê“
Amadekar: Pîr Alî Balî
Li ser bergê pêşiya Mala cemê ya li Hamedanê bi wêneyê Baba Tahîrê Uryan, di nava ewran de du semazen sembola baweriya zerdeştî pêktûne. Li ser bergê dawiyê jî li gel wêneyê Pîr Alî Balî, kurte jiyana wî li ser devereke çiyayî hatiye danîn.
Berhem ji weşanên Erkan Yayinlar derketiye.
Çapa yekem di sala 2005 an de belav bûye.
Bi Kurmancî Cema Elewîtiyê
Dema behsa Elewitiyê tê kirin, her çendî têkiliya Elewitiyê û Tirkayetî hîç bi hev re tune jî, her kes berê zimanê Tirkî tîne bîra xwe. Ji ber vê egera ev ji şêst salî zêdetir e ku Elewiyên Kurd newêrin bi zimanê xwe cemê girêdin, hima bigire hemû gulbang û awazên Kurdî yên ji bo û li ser rêya Heq hatine jibîrkirin. Nirxandinên di warê gulbangên Kurdî de tunene. Hima çawa ku gulbangên Kurdî yên bi hezaran salan hatibû xwendin, wekî buxarê di nava gerdûnê de wenda bûbe. Di cihê wê de defa Tirkayetî lêdixe.