5 jinên li Qamişlo bi dikana xwe ya ‘Lara’ devê xelkê Qamişlo şêrîn dikin. Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a bajarê Qamişlo destek da ew her 5 jinan û li taxa El-Enteriyê li rojhilatê bajarê Qamişlo kargeha Lara da vekirin. Di kargehê de tevahiya cureyên şêraniyê mîna xireybê, bîtefor, mamûl, biskuwît, berazî û cozilhind têne amadekirin. Ji van jinan Reşe Abdullah di warê çêkirina şêraniyê de osteyeke temam e. 12 sal in vî karî dike û li Lubnanê xwe fêrî vî karî kiriye. Reşe Abdullah ji bo dikana Lara jî dibêje: “Gava me dikan vekir, me got bila jin fêrî vî pîşeyî bibin û ji xwe re kar bikin. Îro roj em dibînin ku em bi serketine, em jî ji karê xwe razî ne û xelk jî ji me razî ye.”

SILAVA EBDULREHMAN / ANHA/QAMIŞLO