Têkildarî şerê Hemleya Xezeba Firatê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku hamleya wan a azadkirina Reqayê bi lez didome û got: “Em ji  milê Xinizê ve 29, ji milê Bîr Heba jî ve 37 kilometre pêş ketin. Qada ku me plan kiribû her ku em nêzîk dibin şer û pevçûn dijwartir dibin. Nêzîk e her du mil bigihîjin hev. Heta niha me 10 gund û bi dehan gundik rizgar kirin. Hêzên li milê Bîr Heba 11 kilometre nêzî Reqayê bûne. “



‘DAIŞ’ê derba giran xwar’


Ehmed, anî ziman ku wan cebilxaneyek mezin a DAÎŞ’ê bi dest xist û got: “Hêzên çeteyan bi du maşîneyên bombeyî êrîş kirin. Lê hêzên me ew îmha kirin. Me gelek maşîneyên wan desteser kirin. Hêzên me bi lez pêş dikevin.” 


‘Şer giran dibe‘


Ehmed, da zanin ku hêzên DAÎŞ‘ê li milê Rojhilata Bakur zêde mayîn çandine û wiha peyivî: “Milê Rojhilata Bakurê Reqqayê qadek bejayî û çol e û DAÎŞ herêm zêde mayin kiriye. Ev qadek gelek fireh e. Heta niha me gelek mayîn îmha kirin. Ji ber vê yekê em pir bi baldarî bi pêş ve diçin. Di demek pir kin de du milê me dê bigêjin hev. Her ku em nêzî cihê ku me plan kiriye dibin şer zêde giran dibe. “



‘Çete direvin’


Her wiha Ehmed, destnîşan kir ku ji her milî ciwan tev li hêza wan dibin û endamên DAÎŞ‘ê ku cih li wan teng dibin jî ji şer direvin û got: “Emê navenda bajarê Reqayê rizgar bikin. Ji ber ku her em bi pêş ve diçin endamên DAÎŞ‘ê bi hev dikevin û gelek endamên wan jî direvin.” 


 REQA