
Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jinê li ser Bakurê Sûriyeyê bi biryarên ji bo perwerdeya jinê muhim, bi dawî bû.
Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jinê li Bakurê Sûriyê bi dirûşma, "Pergala perwerdeyê avakirin û bipêşxistina zanebûnê ya hêza biryar û îradeya azad e", li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Herêma Cizîrê, bi tevlîbûna 220 delegeyan hatibû destpêkirin, û du rojan dewam kir. Konferansa hat lidarxistin, piştî nîqaşan, bi biryarên girîng bi dawî bû. Hin ji biryarên girîng ên konferansê ev in;
* Ji bo avakirina kesayeteke azad, divê berî her tiştî li ser rêbaza Serok APO civak xwe perwerde bike.
* Hemû meydanên perwerdeyê her yek di nava xwe de, meclîsa xwe ya perwerdeyê ava bike û ji nav wan meclîsan koordînasyoneke perwerdeyê bête sazkirin.
* Divê ji bo herêmên Ereban broşûr û mamosta werin amadekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN