Tirkiye di rojên pirr hesas re derbas dibe. Tekane rojev referandûm e û ew ne tenê meseleyeke Kurdan e, heta ne tenê Tirkiyeyê jî elaqedar dike. Heta Referandûm tenê ji bo pirseke siyasî nîne, referandûm di serî de jiyana civakî li Tirkiye û hemû herêmê wê elaqedar bike. Pêkanîna refarndûmê meha Nîsanê zivrînokeke dîrokî û   girîng e, tenê zanebûn û hişiyariyeke dîrokî bes e ji bo ku mirov fêm bike piştî sala 1924´an û bi destûra yekemîn ya piştî damezirandina dewleta Tirk li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî, çima nêzî 100 salan Tirkiye naxa xwînê de digevizê û bûye welatê darbeyan. 

Dema mirov pelên dîroka 100 salan a Tirkiyeyê lêdikole, ji daxûyaniyên rayaderên siyasî û serbazî yên kevin heta yên nû guhdarî dike, qey ti pareke ji hîsên mirovane nebûye nesîbê wan. Zinhiyeta Tekperestî û nijadperestî rêvekiriye li komkûjiya Ermeniyan, komkujiya Dersimê, dardakirina Seyid Riza û rêberên serhildanan, valakirina gundan û şewitanin, kuştina bi dehan hezar mirovî, kuştin û çarenûsên wan, windakirina wan, bi biryarên nijadperestane û keyfî û ne hiqûqî tecrîtkirina Serok Ocalan û rê nadin ku ti parêzer, heyet û heta kesûkarê wî biçin serdana wî. Hovîtiyên dewleta Tirk û çeteyên AKP´ê li Sûr, Cizîr, Slopiya, Nisêbîn û Geverê ku hîna jî didomin, ji bîra civakê nayên birin. 

Ev bûyerên ber bi çav yên di ruh û hisên civakê de birînên kûr vekirine, bi hezaran car jî ji van zêdetir in. Ji înkarê heta koçberkirinê, ji tecawizên plankirî di zîndanan de heta birçikirin û mûhtacî xwe kirinê, bêdengkirina reşwşenbîr û zîndakirina mixalifan jî li van zêde dibin. Ji jinan re gotin, divê hûn nekenin, 3 zarokan bînin, ji bo dagirkirina civakê bi zihniyeta mêrsalar qanûnên li dijî ruh û bedena jinê derxistin, bedenên jinan piştî kuştina wan tazîkirin û avêtin meydanan, bedenên mirovan bi pişta erebeyan ve kaş kirin, bi sedan zarok kuştin û hezaran zarok sêwî hiştin, lîstikên qirêj neman ku li ser şoreşa Rojava bi dek û dolab û alîkariya hin Kurdên xwefiroş pêk neanîbin. Aboriya Tirkiyeyê ketiye rewşa jê çavnebarî nayê kirin.

Ev hemû bi tenê dilopek in ji deryaya rewşa nerênî ku hatiye ber teqînê û gav bi gav civakê tûşî komkûjiyên derûnî û ruhî dike. Di 100 salan de ev dewleta hov ne ku tenê nehatiye guhertin, berovajî, hîna zêdetir hov û bê perwa bûye. Tekane pêvajoya ku mirov hêviyeke mezin jê kir, li dora hilbijartinên 7 Hezîrana 2015´an bû. niha jî heman ruhê xwe bi rêxistin dikin. Dema dîrokî hatiye ku hesab ji vê zihnyetê werê pirsîn. Ji bo  “Na” pirr zêde sedem hene, dibe ku sedem pirr ji hev cuda bin û cûreyên “Na”yê ne weke hev bin, lê hemû jî li hemberê dîktatoriyê tekaneyî ya Erdogan û Ekîba wî pirr dikarin bigihîjînin hev. 

Tirkiye welatekî mezin û pirr reng e, pirr potansêleke mezin a ciwan û tevgerên demokratîk a bê rêxistin dihewîne, referandûma Nîsanê wê bibe wesîleyeke mezin ku ruhê 7 Hezîranê zindî bibe û sîleyeke dîrokî li rûyê Erdogan bide. Tehlûkeyên “Erê” pir zêdetir ji texmînên me wê de tir in jî, jin dibêjin, eger “Erê” bi ser keve ne dûr e ku  Erdogan destdeynê ser malên me jî û mêrên qeyûm ji me re bişînê. Ji bo wê jî bereyeke herî fireh a “Na” li dora jinê dicive. Êşên kûr yên komkujiyan dikarin bibin hêza rabûneke bihêz, ruhê civakeke ku stûyê xwe ji bo Erdogan netewand û bi komkûjiyan re rûbirû kirin, îro tam dema hesabpirsînê ye. Dema hesabpirsîna dîrokî ye. Diktatoriya Erdogan 6 milyon dengên gel tine hesiband û hevserok û parlamenterên HDP´ê avêtin zindanan, bi hezaran kes mîna salên 90´î neçarî penaberiya derveyî welêt kirin, bi sedan hezar careke din jî koçberî metrepolan kirin.

Bihar nêzîk dibe û herêm avis e li liv û tevgerêke ne ji rêzê, wer xuya ye hem Erdogan hîna zêdetir har bibe û hem jî rojên reş li benda wî ne. Erdogan bi xwe jî dizane tekane tişta di destê wî de ye, şidet û komkujî ye. Ev rêbaz jî wê Erdogan xilas neke, ne guhertina rewşa li herêmê û ne jî li cîhanê wê barê Erdogan hilnegirin. Êdî barê wî gelek giran e û heta ji bo hêzên navneteweyî jî wer xuya dike ku mohleta wî bihuriye, ti hêz nikare faktora Kurdan li ber çavan negire. Jixwe, sîstema serokayetiyê ya ku Erodogan xeyal dike, wê hem ji bo hundir û hem jî ji bo derve felaketan bîne. Referandûma Tirkiyeyê wê bandorake mezin li Başûrê Kurdistanê jî bike, rewşa xetimandî û felcbûyî ya Başûr jî pirr eşkere ye ku paralel bi rewşa Tirkiyeyê re di nava hêviyekê de ye ka kîjan encam wê derkeve. “Na” wê ji bo sîstemeke demokratîk li tevahiya herêmê bibe mîladek. Eger modela nû ya demokratîk a  Rohilata Navîn li Rojavayê Kurdistanê bi gewde bûye, bi “Na”yê wê li Tirkiyeyê siberoj misoger bibe. “Na” wê bibe lûleyeke nefesê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û bi hev re jiyanê, wê bibe destpêkeke nû ji bo Başûrê Kûrdistanê jî.