Ozdemîrê ku ji doza KCK’ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ma û serbest hat berdan vê pirtûkê bi nêrîneke antî-oryantalît amade kiriye. Ozdemîr xwestiye ku bi vê nêrîna xwe ve serdemeke vebêje. Çanda Rojhilata Navîn ku ji şaristaniyan re dergûşiyê kiriye heta niha bi nêrîneke oryantalîst hatye vegotin ku bi vê vegotinê ve armanc derxistina pêş a çanda madî ya rojava ye. 

Ozdemîr bi vê xebata xwe de dîsa bi bîr dixe ku jêderk û dergûşa hemû çandan çanda Rojhilata Navîn e. Serdema ku wekî Ji nû ve vejîna ango Ronesansa Rojhilata Navîn tê destgirtin jî di navbera dîrokên Piştî Zayînê navbera sedsala 8’emîn û 12’emîn e. Ozdemîr bi nêrîneke antî-oryantalîst xebata xwe ser vê 4 sed sala pêşîn a Piştî Zayînê amade kiriye. Di vê xebatê de ji detayan zêdetir ya ku hatiye xwestin bi kurt û kurmancî hatiye gotin. Ji bo kesên ku eleqeya wan a ji bo wê demê heye pirtûkek alternatîf e û ji bo kesên ku derbarê mijarê de lêkolînan dikin jî xwedî referansên xurt e. Pirtûk ji nav Weşanên Sinirsizkîtapê derketiye.

AMED