Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê, promiyera lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku qala helbest, jiyan û felsefeya Melayê Cizîrî dike, nîşan da.
Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê bi lîstikeke nû derket pêşberî şanohezan. Komê lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a evîna helbestvanê bi nav û deng ê Kurd Melayê Cizîrî amade kir. Lîstîka ku ev çend meh bû amadekariyên wê didomiyan, bi promiyerê li salona Mordem Hunerê a li Amedê hat pêşandan. Gelek nivîskar û şanohez beşdarî promiyera lîstikê bûn.
Bariş Işik derhêneriya lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” dike, Bariş Işik, Kenan Demîr, Pelda Bal, Leyla Devecî, Mustafa Zeren û Veysel Aslan jî weke lîstîkvan tê de dilîzin. Lîstika ku nêzî saetekê didome, bi helbest û evîna Melayê Cizîrî hatiye hûnandin.
Şanohezan bi baldarî temaşeyê lîstikê kir û wan lîstik eciband.
Piştî lîstikê şanoger Kenan Demîr xêrhatina hemû mêvanan kir û diyar kir ku ew kêfxweş in ku jiyan, helbest û felfesefeya Melayê Cizîrî kirine şano û pêşkêşî temaşevanan dikin, û ew bi vê lîstikê dixwazin balê bikişînin ser heqîqeta helbest û wêjeya Melayê Cizîrî.
Lîstik doh êvarê jî saet di 20.00’an hat nîşandan.
MA / AMED