Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed ku di nava şandeya Desteya Bilind a Kurd li paytext Enqereyê ye diyar kir ku wan îro bi şêwirmendê Yekîtiya Ewrpa ya Tirkiyê Michelle Miller re hevdîtin pêk anîn. Derbarê hevdîtinê de tu agahiyên zêde ne hatin dayîn.
Heyeta Desteya Bilind a Kurd li ser vexwindina rayedarên Tirkiyê di 5’ê cotmehê de di deriyê Sînor ê Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Hate gotin ku komîte dê hevdîtinan bi rayedarên Tirk û balyozxaneyên welatên Ewropa yên li Tirkiyê re pêk bînin.
Şandeya Desteya Bilind a Kurd ji Îlham Ehmed, Ebduselam Ehmed, Mistefa Meşayîx, Ebdulmecîd Sebrî û Fûad Elîko pêk tê.

ENQERE