
Kongreya rêxistina PYD´ê ya Ewrûpa li paytexta Belçîka Brûkselê di roja duyemîn de doh bi dawî bû.
Kongreya 8’an a rêxistina PYD´ê ya Ewrûpayê li paytexta Belçîka Brûkselê di roja duyemîn de bi tevlîbûna bi sedan delegeyî pêk hat. Ji gelek welatên Ewrûpayê 135 jê jin bi tevahî 700 delege beşdarî kongreyê bûn. Ji Yewnanistan, Bulgaristan, Elmanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Ingilîstan û Skandinavyayê jî gelek delege û mêvan beşdar bûn. Li ser navê PYD’ê hevserok Asya Abdullah û Salih Muslim, nûnerê PYD’ê yê Ewrûpayê Zûhat Kobanê, li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, li ser navê partiya Srîza, Antonîos Markopoulos, li ser navê HDP’ê Kemal Aktaş, li ser navê Partî Demokratî Kurdistan Elî Hirorî, li ser navê TJK-E’yê Dilşah Osman, li ser navê Sînn Feîn Emma Clancy, nûnerên gelek partî û saziyan li kongreyê hazir bûn.
Di roja pêşî de bêhtir bi tevlêbûna nûnerên neteweyî û navneteweyî rojeva siyasî hate nîqaşkrin, di roja diduyan de jî bêhtir rapor hatin xwendin, rêxistina navxweyî, planên serdema nû hatin nîqaşkirin. Rapora salekê ya PYD Ewrûpayê hat xwendin.
Sala fînalê ye
Zûhat Kobanê li ser navê PYD Ewrûpayê rapor xwend. Kobanê diyar kir ku qewmînên Rojhilata Navîn û Rojava nîşaneya sala fînalê ye ji bo Kurdan û hemû hêzên herêmê tevahiya derfetan dixebitînin da ku bibin xwedî gotin. Bi dewamî, Kobanî got, “Em weke rêxistina PYD´ê ya Ewrûpayê xwedî barekî giran in. Ji her demê zêdetir divê em tê bikoşin û bi her awayî rêxistinbûna xwe xurt bikin.”
Em ê projeya civaka demokratîk pêk bînin
Piştî Kobanê hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salih Muslim bi İngilizî û Kurdî axivîn. Hevserokên PYD’ê Muslim û Abdullah di peyama xwe ya hevpar de got: “PYD ne partiyeke desthilatdariyê û klasîk a weke yên li Rojhilata Navîn e. PYD partiyeke demokratîk, azadîxwaz û civakî ye. Partiyeke pêşverû û gelparêz e ku li dijî paşverûtiyê têdikoşe. PYD li ser zemîna ekolojî, civakî, azadiya jinê têdikoşe.’’
Malbata Howell: Em bi zaroka xwe şanaz in
Li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di kongreyê de peyivî û got, li Rojava û Sûriyê têkoşîna azadiyê dimeşe û wiha dewam kir: “Em dabeşbûna Sûriyê naxwazin. Berovajî vê em sîstemeke demokrat û azadîxwaz dixwazin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Em tenê bi vê stratejiyê dikarin bi hev re û bi azadî bijîn.”
Dê û bavê Trancey Howell ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, jî di kongreyê de peyivîn û wan got, ew bi zarokê xwe serfiraz in û wiha dirêjî dan gotinên xwe: “Kurê me şoreşger bû. Ji bo mirovahiyê, ji bo Rojava şehîd bû. Wî gelê Rojava weke xwe didît, pirr ji wan hez dikir. Ew parçeyeke ji dinyaya YPG’ê ye.”
Kartal: PYD bi rola pêşengiyê radibe
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî ji delegeyan axivî û got, “Ev kongre nîşan dide ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava lê ji bo hemû dinyayê ye. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Rojava û Kurdan ji bo hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn e. PYD di vê têkoşînê de xweyî risteke pêşeng e. Ev têkoşîn ber bi Sûriyeya demokratîk ve diçe. Di dîroka dinyayê de wê weke şoreşa sedsalê were binavkirin.”
Çav li rê ye di encama minaqeşeyan de plansazî û biryar werin girtin û ev biryar jî di dawiya kongreyê de werin ragihandin. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna biryar û encamên kongreyê nehatibûn eşkerekirin.