
MURAT MANG / BIELEFELD
Bi rasthatina Cejna Êzî re li Elmanyayê Civaka Êzîdî li gelek bajaran dawiya hefteyê çalakiyên pîrozbahiyên cejnê bi rê ve birin. Yek ji van bajaran Bielefeld e, ku lê li avahiya Nawenda Civaka Kurd a Demokratik (NCDK) ya Bielefeldê Cejna Êzî hat pîrozkirin. Pîrozbahî alîyê Tevgera Azadiya Jînên Êzîdi ya Ewrûpayê ( TAJÊ-Ê) şaxê Bielefeldê, Hevgirtina Cîwanên Êzîdî (HCÊ) Bielefeld, Navenda Demokratik ya Êzîdî ya Bielefeldê (NAV-YEK) ve hat organîzekirin. Jinên Êzîdî cilûbergên xwe yên gelêrî li ber xwe kirin û wiha beşdarî pîrozbahîye bûn.
Êzîdîyen dewrûbera Bielefeldê di pîrozbahiyê de hatin cem hew. Di pîrozbahiya Cejna Êzî de qewl hatin xwendin, dua hatin kirin û Êzîdiyên deverê, hêviyên xwe yên başî û xêrê bi hevdu re parve kirin. Di pîrozbahiya cejnê de ne tenê Êzîdî, Kurdên Elewî, Misilman, gelên din ê wekî, Asurî-Suryaniyan jî tevlî pîrozbahîye bûn, bi peyamên xwe, cejn li civaka Êzîdî pîroz kirin.
Cejn bibe wesîleya xwe birêxistinkirinê
Bername pîrozbahiyê bi rêzgirtinê û paşê bi xwendina qewlan a Şêx Dexîl dest pê kir. Bi xwendina qewlan re haziran dua kirin. Piştî vê, li ser navê NAV-YEK’ê Xebat Agirman axivî. Agirman di destpêka axaftina xwe de cejn li hemû Kurdan pîroz kir û banga rexistinbûna Êzîdiyan anî ziman û got, "Em li diyasporayê dijîn. Li gorî quweta xwe, ola xwe, çanda xwe bi rêkûpêk dikin. Keraseta 2014´an Êzîdî koçber kirin. Vê koîberiyê barê me girantir kiriye. Ji bo wê, divê em xwe bi rexistin bikin. Li aliyê din li Şengalê pirr sazî û rexistinên me yên cewherî çêbûne. Dibê em Êzîdîyên diyasporayê piştgiriyê bidin wan."
Agirman wiha peyivî: "Tecrîdkirina Serok Apo em qebûl nakin. Divê civaka Êzîdî tecrîdkirina Serok Apo qebûl neke. Beşdarî çalakiyan bibin. Rabin ser piyan!"
Yekîtiya jinên Êzîdî
Paşê li ser navê TAJÊ-E´yê Hayat Akman axivî. Akman îşaret bi girîngiya Cejna Êzî kir û got, "Cejn biratî ye, aşîtî ye. Cejn gellekî pîroz e. Em wek jinên Êzîdî yekîtîya xwe xurt bikin, bên ba hew. Em Êzîdî li her derê hene. Divê em xwe bi pêş bixin. Xwe bi rexistin bikin. Divê em li civaka xwe, ola xwe, şervanên xwe xwedî derkevin."
Civanên Êzîdî jî di pîrozbahiyê de axivîn û Cejna Êzî pîroz kirin. Li ser navê HCÊ-Bielefeldê Şerzat Akbulut axivî û got, "Ew cejn, cejna herî mezin e. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema yekîtiya me. Divê em wê çandê biparêzin. Civanên me divê li dijî koletiyê li ber xwe bidin. Em hebûn, em hene, emê hebin.“
Di pîrozbahiyê de peyamên Dergeha Elewîyan OWL, Civaka Asurî-Suryaniyan jî hatin xwendin û van sazî û cemaetan Cejna Êzî pîroz kir. Piştî axaftinan bi muzika Koma Qasimê Mehro, heta derengî şevê govend hat gerandin.