Roj bi roj jiyan vedigere gundê Xirbit Cehş ê rojavayê Reqqayê. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di pêngava duyem a Hemleya Xezeba Firatê di 14′ê kanûnê de, gundê Xirbit Cehş ê dikeve rojavayê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Gund ji bermahiyên çeteyan hat paqijkirin û şênî vegeriyan warên xwe. Şêniyên gund kolanên xwe paqij dikin, dikanên xwe vedikin, her wiha malên xwe sererast dikin.


 REQA