Ehmed Çetlî:Divê em li hember her kesê ku hewl dide çand û hebûna me daqir bike bisekinin. Ji ber ku em dizanin êrişa herî mezin, êrişa bi armanca qirkirina çandî ye.
Gefên Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Başûr û Bakurê Kurdistanê li Qamişlo bi meşeke girsêyî hat şermezarkirin. Meş bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin`hat li darxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û koordîneya Kongreya Star ve hat organîzekirin. Bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û endamên Kongreya Starê bi cilên xwe yên gelirî tevlî meşê bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsên `Na ji qirkirina çandî re`, alên Tevgera Çand û Hunerê û Kongreya Starê hildan. Meş ji çarxeriya Sewami dest pê kir, di nav kolana sereke ya taxa Enteriyê re derbas bûn û li ber çarxerêya Şehîdên Enetresyonalîst geriyan. Meş li Goristana Şehîdan a bajêr rawestiya û veguherî mitîngê.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji hêla nivîskar û helbestvan Ehmed Çetlî ve hate xwendin.
Li herêma me şer gur dikin
Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin.`Wekî tê zanîn aloziyek mezin li Rojhilata Navîn heye. Her roj hêzên dagirker hewl didin sûd ji pirsgirêkan bigirin û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêma me şer gur dikin. Ev hêz tenê li berjewendiyên xwe difikirin û ji bo wê bi tevahiya rêbazan hewl didin fikrê demokratîk tune bikin. Ji ber wê îro em dibînin ku bi awayekî hovane êrişî Herêmên Parastinê yên Medya û Wargeha Rustem Cûdî ya penaberan li Başûrê Kurdistanê dikin, tevî wê gefa êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin.
Çand sembola hebûna gelan e
Li ser asta têkoşîna me di qada çand û hunerê de, ji her demê bêtir, mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê li hember van êrişan tê xwestin. Divê em li hember her kesê ku hewl dide çand û hebûna me qir bike bisekinin. Ji ber ku em dizanin êrişa herî mezin, êrişa bi armanca qirkirina çandî ye. Ji ber ku çand nasnameya gelan û sembola hebûna wan e. Li ser vê axa pîroz me li hemberî hêza herî hov şer kir û berxwedaneke bêhempa ku mîna wê di dîrokê de pêk nehatiye nîşan da. Bi vî şerî bi giştî, bi berxwedana jinê ya dîrokî û serkêşiya wê ya taybet Şoreşa Rojava bûye şoreşa jina azad. Di encama van serkeftinan de tevahiya gelên herêmê bûn yek. Em baş dizanin armanca tevahiya gef û tehdîdên dewleta Tirk têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku ev projeyên demokratîk ji bo hikumeta Tirk û serokê wê mîna kabusê ye. Piştî ku pîlanên wî di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ketin, me dît ku Erdogan êrişî bakurê Kurdistanê kir û şaredariyên gel ên ku gel di hilbijartinan de bi dest xistine, desteser kirin. Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em wan kiryarên faşîst şermezar dikin. Em dibêjin wê gelê Kurd her tim li hember tevahiya zêdegaviyan li ber xwe bide. Em li rex gelê me li Bakurê Kurdistanê ne û em soz didin ku em ê layîqî dîroka xwe ya têkoşer, xwîna şehîdên xwe bin. Di dawiyê de wek Tevgera Kevana Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê û Kongreya Star em tevahiya hewldanên ku qirkirina çanda gelên me dikin hedef şermezar dikin.
QAMIŞLO