Mistefa Yeqûb ê ji Efrînê yê 50 salî, koçberiya xwe weke jiyana qerisî dihesibîne: “Ez temenê xwe yê li vir ji jiyana xwe nahesibînim, ev bû sal û nîv, dibînim jiyana min ne ti jiyan e û hatiye rawestandin.

 

HEYSEM MISLIM / ANHA / ŞEHBA

Berî ku em berê xwe bidin Şehbayê, bi dehan fikir di nava serê min de çûn û hatin. Helbet agahî rojane hene lê dema mirov bi xwe û bi çavên xwe nebîne her agahî kêm dimîne. Jiyana xelqê li vir bi çi rengî ye, kî ne, koçberên Efrînê çawa debara xwe dikin, ev herêm çiqas mezin e? Çawa tê birêvebirin, ew ên birêve dibin kî ne û wekî din.

Herêm ji zêdeyî sê bajar û 25 gundan pêk tê. Bajarê herî mezin Til Rifehet e. Ew bi xwe bajarekî dîrokî ye ku navê xwe Arfad bûye. Gelek şaristanî di vê herêmê re derbas bûne û her ev herêma Şehba bûye wek derî û mertal ji Sûriye û Mezopotamyayê re.

 

Ji 1516´an ve berxwedan

Jixwe, di sala 1516’an de li gundê Dabiqê ku 5 km dûrî min e, gelê herêmê bi hejmareke kêm a şervanan li dijî siltanê Osmanî Selîm ê Yekem berxwedaneke bêhempa dikin. Lê belê ji ber xiyanetê herêm heta Misrê bi pênc sed salan tê dagirkirin. Lewma jî Erdogan carna xwe wek sultanekî Osmanî dibîne û pirr girîngiyê dide vê herêmê.

Şehba ya li bakurê parêzgeha Helebê ye, heta Efrîn û Ezazê bûye mîna mertalekî li dijî komên çete yên Tirkiyeyê. Dema em di gundên herêmê re derbas dibûn gelek netewe û bawerî jî lê dimînin. Gundek pêkhatiyê xwe Ereb, malbateke lê Kurd e, yek jî Şîa ye. Mirov dikare bêje, herêm çiqasî biçûk be jî bi rengekî serbixwe tê birêvebirin.

 

Hembêza li wan vekiriye

Em çûn bajarê Til Rifhetê ku liv û tevgera sûkê berçav bû. Me serdana rêveberiya wê kir.  Ridwan Rifahî hevserokê herêma Şehba ye, em pêşwazî kirin. Xortekî ji xwe û xelqê herêmê bawer û piştrast, ji bo rewşa xelqê û gefên rojane yên dewleta Tirk li wan dixwe wiha got, “Êdî vî gelî hemû lîstok û pîlan naskirine. Bi taybetî yên dewleta Tirk. Her kes dizane ku niha xelkê Ezazê û Efrînê di bin dagirkirina van çetan de çi dibînin. Lewma wek hûn dibînin em di nava aramiyê de ne, tevî ku çete carnan herêmê topbaran dikin.” Li ser pirsa me ya weke Til Rifhet xelkê wê jî hinek koçber bûye wê çawa bibe, hûn ê çawa çareser bikin? Ridwan di vê mijarê de pirr rehetî wiha got: “Hembêza me vekiriye. Jixwe piştî dagirkirna Efrînê 500 mal vegeriyan e, em rêveberiyeke sivîl in, erkê me xwedîderketina li xelkê xwe ye. Heta niha jî me kesek red nekiriye.”

Li aliyekî din xelkê Efrînê yê ku ji ber dagirkirina Efrînê koç kiriye, ji bilî kampan li gund û bajarên herêmê jî belav bûye. Li Til Rifhet taxek seranser xelkê Efrînê lê dimîne ku rêveberiya wan jî ji wan bi xwe ye û bi rêka komînan debara û rêxistina  xwe dikin. Li wir 16 komîn hene, em çûn gel wan. Yek ji wan komînan ku civat lê geriyabû û çayê vedixwarin, sihbeta wan jî li ser gund û zeytûn û axa wan bû. Mistefa Yeqûb bi temenê xwe yê 50 salî wiha ji me û civatê re dibêje “Ez temenê xwe yê li vir ji jiyana xwe nahesibînim, ev bû sal û nîv, dibînim jiyana min ne ti jiyan e û hatiye rawestandin.”

Piştî apê Mistefa axaftina xwe qedand her kes bê deng bû. Piştî kêliyekê deng ji aliyê din hat, camêrekî temenê wî jî nêzî 50 salî xuya dikir got “Ez rojekê li mala xwe ya Meydanê bim, ji min re çêtir e ku ev bajar û derdorê li ser navê min tapî bikin.”