BIRYAR MIHEMED / ROJNEWS/HEWLÊR

Hunermendên Hewlêrî ji nebûna çerxeke kontrola rêzefilmên ji Tirkiyeyê li ser ekranên kanalên televizyonê yîn Başûrê Kurdistanê rexne dikin û dibêjin, ev rêzefilm di warê civakî û çandî de tehlûkeyeke mezin in.

Hunermendên Hewlêrî, diyar dikin ku rêzefilmên Tirkiyeyê, bandoreke xerab li civak û hunerê Başûrê Kurdistanê kiriye û Tirkiye dixwaze bi rêya van rêzefilman çanda Kurdan bi wan bide jibîrkirin.

Tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî, hinek kanalên televizyonê yên Başûr, weşandina wan rêzefilmên Tirkiyeyê yîn ku zemîn ji bo dagirkirina fizîkî jî amade dikin, diweşînin. Van rêzefilman wekî din bandoreke xerab li ser civakê û bi taybetî jî civanên Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi taybetî, Tirkiye bi van rêzefilman dixwaze çanda xwe belav bike û bide ferzkirin; ango ew çandeke serwer a tehekuma xwe li ser bazara vê sektorê avakirî, belav dike û ev jî zemînekî cidî ye ji bo dagirkirina fizîkî. Di vê rewşê de ku hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriya fizîkî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin û li dîwarê berxwedana gerîlayên HPG´ê qelibiye,  em li ser mijarê rêzefilmên Tirkî û weşandina wan bi hunermendên Hewlêrî re axivîn.

Çanda Kurdan bi wan dide jibîrkirin

Hunermend Govan Enwer ê Komediyen û şanoger e, eşkere got, rêzefilmên Tirkiyeyê bandoreke xerab li ser civaka Kurd kiriye û wiha li ser vê babetê peyivî: “Tirkiye bi rêya rêzefilmên xwe çanda xwe di nava civaka me de belav kiriye û dixwaze çanda me bi me bide jibîrkirin. Vê jî bandoreke gelek xerab li pey xwe hiştiye. Wiha biçe em ê çanda xwe ji bîr bikin û biçin ser çanda Tirkiyeyê.”

Ji bo çavdêrîkirinê komîsyon divê

Govan Enwer ê bi vî awayî bal kişand ser dagirkeriya çandî, ji bo çareseriyê jî got; “Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erka xwe ranabe, ji bo ku komîsyoneke taybet ava bike ji bo çavdêrîkirina van rêzefilmên bi Tirkî û li Tirkiyeyê tên hilberîn, û niha li ser ekranên hinek kanalên Başûrê tên weşandin. Lewma weşandina van rêzefilman bi hezaran pirsgirêkên civakî jî bi xwe re anîne. Ji ber vê jî pêwîst e Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê van rêzefilman sansûr bike.”

Çandeke biyanî û berevajî ferz dikin

Hunermenda dublajê, Sinor Bedewî jî li ser mijarê fikra xwe îçfade kir û got, rêzefilmên bi Tirkî çandeke berevajî û dijberî çanda Kurdî, têkelî çanda Kurdî dikin û wiha hizra xwe îfade kir: “Rêzefilmên bi Tirkî, bandorekî gelek xerab li ser tevahiya civaka Kurd kiriye, ji ber ku ew rêzefilmên Tirkiyeyê, çandeke berevajî ya me, têkelî çanda me dikin. Van rêzefilman, bandorek gelek xerab bi xwe re aniye. Mînak hejmare telaq (devberdana ji jinan), nebaşî û çend pirsgirêkên din di nava civakê de zêde bûye.”