
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK´ê Diyar Xerîb bi boneya salvegera 25´an Raperîna (serhildan) Başûrê Kurdistanê peyameke nivîskî weşand û got, “Mixabin piştî 25 salan desthilatdariya Başûrê Kurdistanê îro modela xwerêveberiyê bi şikestineke mezin re rû bi rû maye. Şikesta di aliyê aborî, rêveberî, siyasî, civakî, parastin û asayîşê de vedigere li wê siyaseta ku heta niha partiyên desthilatdar li Başûr birêve dibin.”
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di dewama peyama xwe de îşaret bi peywenda dîrokî a raperînê kir û weha dewam kir: “Ev raperîn berhemên tekoşîna dirêj ê gelê me yê Başûr e. Di heman demê de nerazîbûna li dijî kiryarên hovane yên rejîma Baas û Sedam e.” Xerîb îşaret bi şerê Koalîsyona Navdewletî li dijî Sedam kir û got, qelsbûna rejîmê û yekbûna hezên Kurdistanî weke `Eniya Kurdistanî` hêz daye gel, kiriye ku rabe serhildane.
Partiyan desthilatdarî û gel ji hev dûr xistiye
Xerîb kêmasiyên serok û partiyên desthilatdar jî îfade kirin û got, “Ew guhdarî nêrîna gel nakin, tenê xwe esas digirin û guhdarî hêzên derve dikin. Ev yek ji bûye, şikestina wan partiya, û her wiha desthilatdarî û gel bi temamî ji hev dûr xistiye. Ji ber vê sedemê niha gel ji van partî û desthilatê bêzar bûye û wan weke sedemê bingehîn ê pirsgirêkan dizane.”
Tirsa desthilatdaran ji “Raperînê”
Xerîb dibêje ji ber vê rewşê partiyên desthilatdar ji Raperînê didtirsin û wê propagandayê dikin ku di salvegera Raperînê de, raperîneke nû tê plan kirin. Xerîb îşaret kir bi îdîayên navê tevgera wan, PKK´ê û navê wî dixin nava planên bi vî rengî jî û got, “Bêguman hemû kes û alî dizanin ku helwêsta me weke tevger çawa ye di demeke wekî îro de em ne agahdarî tiştekî bi vî rengî ne, ne jî em Raperînê li diji desthîlatiya herêma federe ya Kurdistanê jî rast dibînin. Ji ber ku em li dijî desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê, Raperînê çareserî nabînîn. Em çareserî di guhertina aqliyet û zihniyeta civakê de dibînin. Em bawer in, eger guhertinên demokratîk di tak û civaka Başûr de pêk werin, heman demê de guhertina demokratîk di şêwazê sîstemê de jî pêk bê, wê demê pirsgirêka Başûr çareser dibe.”
‘Em nani alî’
Diyar Xerîb, ji bo rewşa li Başûrê Kurdistanê got, ew alîgirê aramiyê ne, tişta ji destê wan bê ew ê bikin ji bo aramiyê û weha peyivî: “Lê em nabin teref di navbera partî û aliyên Başûr de, ku me çendîn car hewl da bibin navbeynkar. Em ê çewan niha bibin alîgirê aliyekî û li dijî aliyekî din bin?”
Endamê Konseya Serokatiya Gîştî ya KCK´ê Diyar Xerîb îşaret bi pêdiviya bi wê yekê ku partiyên siyasî li Başûr ji xwe dest bi guhertinan bikin bi ruhê raperînê û weha peyivî: “Em bi hêvî ne ku gelê me, rewşenbîrên Başûr, heman di demê de partiyên Başûr, bi berpirsiyarî nêzî vê demê bibin. Bi rihê Raperîna sala 1991’ê herkes û her partî ji xwe dest pê bike û guhertineke demokratîk çêke, ger wiha nebe, êdî bi vî rengî ne desthilatdar dikare dewam bike, ne jî edî gel vê jiyanê dewam dike. Ez salvegera Raperînê da di şexsê şehîdên Raperînê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim.”
QENDÎL
Raperîna Başûr
Raperîn ew tevgera serhildanê ye ku Kurden li Başûrê Kurdistanê Adara sala 1991´ê li dijî rejîma Baas a Iraqê bi rêxistin kir. Yek ji encamên vê raperînê xweseriya Herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Hema piştî destpêka Şerê Kendavê yê Duyemîn, eskerên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de, jê veqetiyan û tevî Pêşmergeyên YNK´ê 5´ê Adara 1991´ê bajarê Tanya ji rejîmê rizgar kirin. Beriya wê bi rêya radyo û bêtêlan bang li eskerên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de hatibû kirin ku tevlî nav refên “Raperînê” bibin. Ne bi tenê esker, miletê sivîl jî îcabet bi vê bangê kir.
Bajarê Silêmaniyê 7´ê Adarê hat rizgarkirin, endamên Baasê hatin girtin û paşê dadgehkirin. Piştî van destketiyan û dem milet û pêşmergeyên YNK´ê berê xwe dan Hewlêrê, pêşmergeyên PDK û partiyên mayî jî tevlî “Raperînê” bûn û bajarê Duhokê rizgar kirin. Hêzên Kurd 20´ê Adarê bi ser Kerkûkê de çûn û ev bajarê ku paytexta xwe ya eslî didîtin rizgar kirin. Hêzên hevgirtî ên Kurd karîbûn Mûsila ku beşeka têra mezin ji xelkê wê Kurd in jî rizgar bikin. Lê belê li ser zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê neçar man Kerkûk û Mûsilê ji hikûmeta navendî re bihêlin.