Vê hefteyê koma Kurd li herêma Koln-Vingst e. Li kolanê yek bi yek li deriyan didin û dipirsin ka kesên nexweş, kal û pîr hene. Bi Elmanî jî pankartek li ser nivîsandî “Ji bo kal û pîran ava belaş heye” hatiye daliqandin. Bala kesên li kolanê dikişîne. Paşê kal û pîr yek bi yek derdikevin pencereyên xwe û hinek ji wan re li çepikan didin, hinek jî hewl didin peran bidin, lê Tore û hevalên xwe dibêjin, ew bi armanca piştgiriyê vê dikin û girtina peran qebûl nakin. Kal û pîr pêşî matmayî dimînin, lê paşê malavahiya wan dikin.
Em li reaksiyona mirovên li derdorê dipirsin. Dibêjin, ev xebateke hêja ye. Em nas nakin ev çi kes in, lê em malavahiya wan dikin. Dema dibîhisin ev kes Kurd in, dibêjin, me berê navê Kurdan bihîstibû, em malavahiya wan dikin.
Tore diyar dike ku ew weke welatparêzên Kurd vê xebatê dikin û dibêje, ew di vê xebatê de çi cudahiyê naxin nava mirovan.
Şukru Tore bawer dike ku ew bi tenê bi piştgiriyê dikarin pêşî li vê nexweşiyê bigirin. Bi rizadilî dixebitin
NÎZAM BARAN/KOLN
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, komeke Kurd bi rizadilî alîkariya nexweşan, kal û pîran dike. Bê pere, avê û kaxizên qedimgehê belav dikin. Koma qalkirî, li kolanên pêşî diyar dikin xebatên xwe dimeşînin.
Di vê demê de ku ferdperestî bêhtir bûye, xebateke bi vî rengî ya rizadilî, mirovan matmayî dihêle, dibe sedema kêfxweşî û hêviyê.
Ji bo ez van xebatên wan bişopînim û elaqeya gel li cihê cî bibînim, bi Şukru Tore û hevalên wî re beşdarî xebatê bûm.
Vê hefteyê koma Kurd li herêma Koln-Vingst e. Li kolanê yek bi yek li deriyan didin û dipirsin ka kesên nexweş, kal û pîr hene. Bi Elmanî jî pankartek li ser nivîsandî “Ji bo kal û pîran ava belaş heye” hatiye daliqandin. Bala kesên li kolanê dikişîne. Paşê kal û pîr yek bi yek derdikevin pencereyên xwe û hinek ji wan re li çepikan didin, hinek jî hewl didin peran bidin, lê Tore û hevalên xwe dibêjin, ew bi armanca piştgiriyê vê dikin û girtina peran qebûl nakin. Kal û pîr pêşî matmayî dimînin, lê paşê malavahiya wan dikin.
Em li reaksiyona mirovên li derdorê dipirsin. Dibêjin, ev xebateke hêja ye. Em nas nakin ev çi kes in, lê em malavahiya wan dikin. Dema dibîhisin ev kes Kurd in, dibêjin, me berê navê Kurdan bihîstibû, em malavahiya wan dikin.
Tore diyar dike ku ew weke welatparêzên Kurd vê xebatê dikin û dibêje, ew di vê xebatê de çi cudahiyê naxin nava mirovan.
Şukru Tore bawer dike ku ew bi tenê bi piştgiriyê dikarin pêşî li vê nexweşiyê bigirin.