Kitêba şiirên li ser komkujiya Roboskê bi navê Robozik hat çapkirin. Pirtûk ji 26 helbestên helbestkarên cuda yên jin û mêr pêk tê.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana bi balefirên şer a dewleta Tirk de 34 kes li Gundê Roboskê yê ser Qilêbana Şirnexê hatin qetilkirin. Kitêba Robozik cih dide şiirên li ser vê komkujiyê. Şairên weke Fatma Taşli Tûnç, Roza Metîna, Sevgul Şaşmaz, Încî Egîd, Sultan Yaray, Ronahî Farqînî di kitêbê de nivîsîne. Nivîskar û Şair Mehmet Saît Arzû kitêb ji çapê re amade kiriye.
Ji bo berga pirtûkê resma ku nûçegihana Jinnewsê Medya Uren xêzkirî, hat bikaranînin.
JINNEWS/AMED