Bi rojiya mirinê paşîva xwe xwarin
Mustafa Koçak ê li zindana Şakran a Îzmîrê di rojiya mirinê de şehîd bû. Koçak ê 28 salî di roja 297ʼan de koça xwe ya dawî kir.
Dewleta Tirk a dijminê gelan û heqîqetê, di roja pêşî ya rojiya meha Remezanê de Mustafa Koçak kuşt û bi vê paşîva xwe ya pêşî ya rojiya Remezanê xwar.
Mustafa Koçak "îtîrafkarekî veşartî" li ser dabû û cezayê hetahetayî yê mana li zindanê dabûnê. Wî ev qebûl nekir û dadgehkirineke adil xwest. Ji ber ku ev tinebû dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Êşkence lê kirin
Dozgerê dewleta Tirk Mehmet Selim Kiraz 31ʼê Adara 2015an li odeya xwe ya wezîfê ya li Edliya Stenbolê hat kuştin. Di çarçoveya vê bûyerê de Mustafa Koçak li ser îfadeya îttîrafkarekî veşartî hat girtin û cezayê hetahetayî di zindanê de bimîne lê hat birrîn. Koçak jî ev weke neheqî dît û xwest adil were mehkemekirin. Ji bo vê jî dest greva birçîbûnê kir û di roja 93an a çalakiyê de çalakiya xwe wergerand çalakiya rojiya mirinê. Di roja 255an de dewleta Tirk a dagirker mudaxeleyî wî kir û ew rakir nexweşxaneyê û serom pê ve girêdan. Ji ber ku wî qabloyên seromê kişand û avêt di rehên wî de zirar çêbûn.
Parêzerê wî jî da zanîn ku Mustafa Koçak di dema li nexweşxaneyê de 5 rojan êşkence lê hatiye kirin.
Xwişka wî jî got, Mustafa jê re gotiye, "Êşkenceyê li min dikin. 5 rojan nehiştin ez ji nava nivînan rabim. Min di nava pîsiyê min de hiştin. NAVENDA NÛÇEYAN