Li dijî Herêma Kesk a li paytexta Iraqê Bexdayê careke din bi roketan êriş hate kirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin ragihandin, bi fuzeyên Katyûşa li dijî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind ku Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê jî lê ye êriş hatiye kirin.
Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.
Tevî Sefaretxaneyên Bilind ên DYE û Brîtanyayê gelek wezaretxane û parlamenta Iraqê jî li Herêma Kesk in. Roja Yekşemê jî li dijî Herêma Kesk bi roketan êriş hatibû kirin.
ANF/BEXDA