Koordînasyona Ciwanên Azad têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP’ê tecrîda şidandî, êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê giran kiriye, lê her têk diçe. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke gel û ciwanên Kurd, çawa ku me ruhê Kobanê li Ewrûpa û tevahiya cîhanê nîşan dan, îro jî divê em li dijî dagirkirina Rojava û Bakurê Kurdistanê û li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşîna xwe geş bikin. Û divê ev yek baş were zanîn; kes û saziyên xwe weke demokrat û parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, eger li ber komkujî û zilma Erdogan ranebin, wê hevparê van komkujiyan bin. Gel û ciwanên Kurd komkujî û hovîtiya li Cizîr, Sûr, Gever û gelek bajarên Kurdistanê li gel hat kirin, ji bîr nekirine û wê ji bîr nekin. Wê her tim li qadan bin û hesab ji vê zîhniyetê bipirsin.”


‘Heta Rêberê me azad be’

Koordînasyonê got, sedema hebûna wan Rêberê wan e û wiha dewam kir: “Divê agahîgirtina ji Rêberê me, têra me neke. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me, erka me ya bingehîn e ku em timî li qadan bin û çalakiyan lidar bixin. Em hemû baş zanin, heta Rêberê me azad nebe, em ê jî azad nebin.”


Banga tevlîbûna çalakiyan 

Koordînasyona Ciwanên Azad di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li ciwanan kir: “Em ê têkoşîna şoreşgerî ya Lecwan û Çekdaran her tim ji xwe re esas bigirin û bi têkoşeriya wan li qadan bin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û şoreşger ên li Ewropayê dikin, ku di serî de çalakiya li Strasboûrgê bi rengekî aktîf tevlî hemû çalakiyan bibin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN