HPG: Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî cih û warê sivîlan dike. Êrişa li dijî sivîlan beşek ji pîlana dagirkeriyê ye. Divê gelê Kurd li her qadê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeran li ber xwe bide.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker li dijî destketiyên gelê Kurd ên li Kurdistanê dest bi êrişên nû kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev zêhniyeta ku bi rengekî hovane êrişî gelê me û nirxên gelê me dike, hewl dide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya teknîkî bi zanebûn bombeyan li qadên mirovên me yên sivîl dibarîne. Yek ji van êrişan 12’ê Hezîranê li navçeya Amediyê ya Dihokê hate kirin ku bombe li gelek qadên sivîl hatin barandin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer bombe li wesayiteke sivîlên li gundê Guherze, li du wesayitên sivîl ên li gundê Sergele, malek li gundê Derê, stasyoneke petrolê ya gelê sivîl a navbera Sulawe û Amediyê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hin welatiyên me yên sivîl birîndar bûn.”
Êrişî cih û warê sivîlan dike
HPG´ê di dewama daxuyaniyê de li ser armanca êrişên li dijî sivîlan jî got; ”Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî cih û warê sivîlan dike. Êrîşa li dijî sivîlan beşek ji pîlana dagirkeriyê ye. Divê gelê Kurd li her qadê li dijî dagirkeran li ber xwe bide.
Êrişên ku bi piştgiriya balafirên bê mirov hatin kirin bi giranî mirovên me yên sivîl yekser kirin hedef. Dewleta dagirker ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, ji bo nehêle ku gelê herêmê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û çavê gel bitirsîne, van êrişan dike. Êrişên bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin bêguman beşek ji pîlana dagirkeriyê ye. Bi van êrişan em careke din dibînin ku ji bilî kuştin û hilweşandinê dewleta Tirk a mêtinger tiştekî din ji bo Kurdan rewa nabîne û ji bo van êrişên xwe jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike hincet. Ev zîhniyeta ku berê jî gelek mirovên me yên sivîl qetil kir, vê êrişê weke ku li dijî gerîla ye nîşan dide. Li deverên ku qala wan tê kirin ti hewldan û tevgereke gerîlayên me nîne. Bombekirina benzînxaneyê û rêyên bingehîn gelo ne êrişeke bi zanebûn e? Ev zîhniyeta ku qadeke bi sedan wesayit tê re derbas dibe bombe dike, bi polîtîkaya tirsandinê dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê bitirsîne.
Bi ruhê Şeladizê rabin serhildanê
HPG´ê di dawî de got; ”Tevî ku li deverên tên bombekirin gerîlayên me nîne, artêşa dagirker bi balafirên keşfê bi zanebûn bombe li herêmê barand. Li hemberî van êrişên ku li dijî gelê Başûrê Kurdistanê tên kirin divê gelê Kurd li her devera lê ye li ber xwe bide û li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne. Armanca dewleta dagirker qirkirina Kurdên azad e. Li dijî van êrişan divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrişkariyê têbikoşin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê li dijî dagirkeran ji bo azadiya gelê me têbikoşin û pîlanên dagirkeriyê têk bibin. Ji bo mirovên me yên ji ber van êrişan birîndar bûne em daxwaza şîfa xêrê dikin.”
ANF/BEHDÎNAN