Koma Şanoyê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê, amadekariyên lîstika bi navê “Deng” a ku tê plankirin ku di Sibatê de pêşkeşî temaşevanan bê kirin, dewam dikin. Amedekariyên lîstikê hatiye asta dawî û lîstikvan diyar dikin ku bi lîstikê hewl dane ku rastiya Kurdistanê destnîşan bikin.
Ji koma lîstikvanan Kemal Yavuz got, li Kurdistanê komkujî dewam dikin û ew dixwazin bi vê lîstikê peyamekê bidin gelên Tirkiyeyê. Her wiha Yavuz anî ziman ku ji ber bêdengiya li hemberî komkujiyên bihurî komkujiyên nû tên kirin û anî ziman ku ew dixwazin peyama “bêdeng nemîne” bidin temaşevanan.
‘Bêdengî mirinê tîne’
Ji lîstikvanan Emîn Îsî jî da zanîn ku karakterên lîstikê gelên Kurdistanê îfade dikin û mijara lîstikê li ser ciwanekî Kurd ê lal teşe digire. Îsî karakterên lîstikê wiha nirxand: “Li aliyekî kesên ku li hemberî zilma li Kurdistanê bêdeng mane, li gel hemû êşan jî jiyana xwe dewam kirine, li aliyê din jî jinên ku ristên ji wan re hatine amadekirin, red kirine û şervanên ku ji bo Kurdistanê şer dikin hene.”
‘Welatê bê ziman’
Li gorî derhênerê lîstikê Osman Îzgor jî “Deng” yek ji trajediyên Kurdistanê ye. Îzgor got, tevî ku koma wan a şanoyê perwerdehiya akamedîk nedîtiye jî, ji trajediyên li ser vê axê re ne xerîb in û ji ber vê jî di rastiya xwe de ne lîstikê, lê jiyana xwe dilîzin. Îzgor da zanîn ku lîstika wan ji ser çîroka lalbûna ciwanekî Kurd teşe digire û diherike. Pê ve girêdayî Îzgor destnîşan kir ku lalbûna di lîstikê de lalbûna welatekî sembolîze dike.
RIHA