Zarok Tv a ku di 21’ê Adara 2015’an de hatibû vekirin di 28’ê îlonê de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) re tevî gelek kanalên televîzyonan hatibû girtin. Li ser nerazîbanan û bangawaziyan Zarok TV careke din dest bi weşanê kir. Weşana Zarok TV li ser frekansa wê ya berê ye. Herî zêde jî zarok ji bo vê kêfxweş bûn. Zarokên ku diyar kirin ku ji Zarok TV gelek tiştan hîn bûne, kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina televîzyonê nîşan didin.


‘Ez ê li Şînokan careke din temaşe bikim’


Zarokê bi navê Werdê Ebdî yê 10 salî diyar kir ku Kurdî bi saya Zarok TV hîn bûye û wiha axivî: “Ez ê karibim stranên Kurdî, Şînokan û xêzefîlman careke din temaşe bikim. Zarok TV pirr xweş e. Wekî hemû zarokan ez jî Kêfxweş bûm.”




Zaroka bi navê Nûpelda Nakiş a 10 salî ku diçe dibistana ku zimanê wê yê perwerdeyê Kurdî ye, jî got, ew ê ji niha û pê ve bêhtir li Zarok TV temaşe bike û wiha peyivî: “Ji ber vekirina kanala me, ez kêfxweş bûn. Me li Şînok û li gelek bernameyên din temaşe dikir. Em hînî gelek tiştan dibûn. Ez ê ji niha û şûn ve bêhtir li Zarok TV temaşe bikim. Ez dixwazim hemû zarok li Zarok TV temaşe bikin.”


 AMED