Zumrut bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê ketiye roja 67’an û wiha pêde çû: “Wekî tê zanîn hevalên me yên di girtigehan de di 12’îlonê de dest bi greva birçîbûnê kirine û ev ketiye roja 67’an. Berxwedêran ne ji bo şert û mercên girtigehê bên başkirin dest bi grevê kirine. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo mafê parastin û perwerdehiya zimanê zikmakî ev berxwedan dane destpêkirin. Çav li rê ye ku heta daxwazên girtiyan bên qebûlkirin jî ev çalakî bidawî nabin. Îro roj 67 roje ku ev berxwedan didome. Bi rastî em hemû di nava fikarê de ne ku tiştek li hevalên me were. Divê her kes êdî guh bide dengê Kurdan û bertekên demokratîk bilind bibin.”
Zumrut, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî pirsgirêka Kurd de jî û wiha got: “Gelê Kurd bi milyonan li ser vê axê dijî. Eger hêj ev gel nikaribe bi zimanê xwe perwerde bibe, ev eyb ya dewletê ye. Dîsa îro li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Hûn jî dizanin pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Ev îşkce jî ne nûye. Ev 14 sal e didome. Ev jî ne tê qebûlkirin ne jî li gor mirovahiyê ye. Tu kes nikare vê pergala îşkenceyê biparêze. Milyonan kesî bi îradeya xwe îlan kir ku birêz Ocalan rêberê îrada ya wî ya siyasî ye. Pirsgirêka Kurd jî bêyî birêz Ocalan nayê çareserkirin. Divê ev baş bê fêmkirin.”
Zumrut di axaftina xwe de da zanîn ku ev dê ji bo xwedîderketina li daxwazên girtiyan li Parkormanê du rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin û ev bang kir: “Ji ber van sedeman me jî wekî BDP’ê ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê, hem jî bi boneya xwedî derketina daxwazên berxwedêran biryar girt ku bi tevlibûna sedhezaran kesî 2 rojan greva birçîbûnê li dar bixin. Çalakiya me dê di 17’ê mijdarê (îro) saet 10.00’an li Parkormanê dest pêbike û roja yekşemê saet di 16.00’an de bi dawî bibe. Em li bendê ne ku bi sedhezaran kes tevli vê berxwedana me bibin.” 

AMED