
Doh jî bi sedan ji koçberên Iraqê yên ji ber şer reviyane, gihiştin Kampa Holê ya li Kantona Cizîrê. Li gorî daneyên ku rêveberiya kampê ji me re diyar kirine, 75 malbatên Iraqî ku ji 333 kesan pêk tên piraniya wan jin û zarok in piştî ku nav û agahiyên derbarê wan de hatin qeydkirin derbasî kampê bûn. Êş û azarên koçberên Iraqê bidawî nabin. Ji ber sermayê di nava koçberan de nexweşî belav dibin, ji ber toza ku bi ser wan de tê ru û cilên wan di axê de dimînin.
HESEKÊ