Xebatkara Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê Fîgen Aras Kaplan, diyar kir ku hişmendiya naxwaze jin bixwîne pêş bikeve û zane bibe heye û wiha got: "Têkoşîna li hemberî vê hişmendiyê peyvir û armanca me ye."
Kaplan, da zanîn ku dema pirtûkxane avakirin, armanc kirin ku pirtûkan biginin jinan û wekî di her daqa jiyanê de di qada xwendinê de jî xizmetê bidin jinan û wiha got: "Me pirtûkên li pirtûkxaıneyê li ser baxişan kom kirin. Jinên ciwan tên li pirtûkxaneyê lêkolîn dikin û pirtûkên ku dixwazin dibin malê dixwînin. Jin eleqeyek mezin nîşanî pirtûkxaneyê didin. Em bêtir girîngiyê didin pirtûkên ku cih dide feraseta jinan. Divê jin ji feraseta serdestiya zilam xelas bibe. Dema em li dîrokê dinerin, pergala hişmendiya serdest a zilam bi zanebûn cih nedaye reng û vîna jinê. Em dixwazin dîsa reng û vîna jinê pêş bixin. Di 200 salên dawî de ji ber rageşiya biyolojik wekî kesa bêcare û reben hatiye nîşandan. Hêzên serdest lawaziya fîzîkî wekî fersend ditine û serdestî pêş xistine." 

DÎHA/AMED