Mala perwerdehiyê li Agirî û Bazîdê îmza avête bin gelek serkeftinan. Malbatên rewşa wan a aborî nebaş zarokên xwe şandin vir. Mamosteyan diyar kirin ku mala perwerdehiyê ya heta niha 400 xwendekar şandin zanîngehan, 800 xwendekar şandin lîseyên Fen û Anadoluyê ya hate girtin dê bibe sedema gelek pirsgirêkan telafiya wan tuneyî. Xwendekaran jî banga bihestiyariyê kirin û xwestin ku mala perwerdehiyê neyê girtin. Ji xwendekarên mala perwerdehiyê ya ji bo zanîngehê amadekariyê dike Sozda Akkuş, diyar kir ku biryara berî amûzê hate girtin dê gelek xwendekaran mexdur bike. Akkuş, anî ziman ku piştî mala perwerdehiyê hate girtin li kon jî be dê perwerdehiya xwe bibînin û naçin tu dersxaneyên din.

'Bi erêkirina qeymeqam hatibû vekirin'
Ji mamosteyên mala piştgiriyê Halîs Dondar, diyar kir ku mala perwerdehiyê di çarçoveya zagonan de xebatên xwe berdewam kirin. Donder, anî ziman ku wan bi erêkirina Qeymeqamê Bazîd û Midûrê Perwerdehiyê yê Bazîdê mala perwerdehiyê vekirin. Donder, da zanîn ku Midûrê Perwerdehiyê ji dibistanan re nivîs şand û xwest ku mamosteyên dema wan vala ji wan re bibin alîkar û wiha got: “ Agahiya qeymeqam û midûrê perwerdehiyê pê heye. Dema ku me azmûnên çeribandinê dikirin me destûr ji wan digirt û li dibistanan me dikirin. Tenê cudahiya ne ya ji dersxaneyên taybet me pere nedigirt. Krîterame xwendekarên rewşa wan nebaş û ên serkeftî bû." Donder, da zanîn ku di sala 2008'an de wan xizmet da xwendekarên zanîngehê. Donder, bilêv kir ku piştî wê yekê 330 xwendkeran tip, hiquq û endezyarî qezenc kirin.
Ji mamosteyên mala perwerdehiyê Metîn Yildirim jî diyar kir ku girtina mala perwerdehiyê ya demek nêz ji bo azmûnê mayî manîdar e. Yildirim, anî ziman ku ji bo biryarê paşve bigirin dê serî li hemû riyên hiqûqî bidin.
Ji xwendekaran Dîcle Konyar, diyar kir ku wî ji dersxaneya cematê ya para çûyê tu fêde negirt. Konyar, anî ziman ku li mala perwerdehiyê encamên erênî girtin û wiha got: "Li mala perwerdehiyê hemû kes wekî hev e. Mamosteyên me li dijî me gelek bihestiyar û eleqedar in. Li mala perwerdehiyê ders hêj bêtir bi berfirehî tên vegotin. Girtina mala perwerdehiyê ya ji bo azmûnê mehek ma deruniya me bi bandor dike. Em nizanin em ji azmûnê re an jî girtina mala perwerdehiyê re bifikrin. Piştî biryar girtinê hat heta niha em naxwebitin. Divê neyê girti. Bi sedan xwendekar tên rewşa wan hemûyan jî nebaş e. Dixwazin me rêkin dersxaneya Fem'ê. Em vê yekê teqez qebûl nakin."
Xwendekara bi navê Sozda Akkuş jî diyar kir ku dersên li mala perwerdehiyê dihatin dayîn li tu dersxaneyan nedihatin dayîn û mamosteyên saziyê ji wan re gelek dibûn alîkar. Akkuş, anî ziman ku dema biryara girtinê hînbûn gelek matmayî man û wiha got: "Ez naxwazim biçim dersxaneyeke din. Dema ku mala perwerdehiyê bê girtin dê sedan xwendekar mexdur bin. Divê rayedar li hemberî vê yekê bêdeng nebin. Pirsên em li vir çêbikin û mijarên em li vir bibînin dê me pêş bixwe. Em di nava azmûneke gelek zor de ne. Ji ber ku em xizan in rastî van pêkutiyan tên. Ez li vir bang li rayedaran dikim. Divê vê mijarê demildest çareser bikin. Heke dê guneha bi sedan xwendekarên xizan di stuyê wan de be."

 DÎHA/AGIRÎ