
Ji ber gelek zozanên li Colemêrgê bi hincetên 'ewlehiyê' tên qedexekirin gundî mexdûr dibin. Ji ber qedexeyan gundiyên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin nikarin derkevin zozanan. Gundiyên ku nikarin ji gundên xwe derkevin bertek nîşanî vê yekê didin. Piraniya gundiyan berê xwe dabûn zozanên nêzî bajêr ku nehatibûn qedexekirin, lê dema ev zozan jî hatin qedexekirin vê gavê gundî neçar man ku biçin Zozana Berçelanê. Zozana Berçelanê di 3 hezar 700 bilindahiyê de ye û ji ber ku tu caran germ nabe bi taybet zarok û jin zehmetiyan dijîn.
Ji ber sermayê bi şev nikarin razên
Gundiyên ku ji Gundê Dêzê ya girêdayî Colemêrgê ne, ji ber zozanên nêzî gundê wan ên bi navê Bala û Spîxanê bi hinceta 'ewlehî' hate qedexekirin, berê xwe dan Zozana Berçelanê. Ji Gundê Dêzê piraniya wan ji zarok û jinan pêk tê 20 malbat li Zozana Berçelanê bi cih bûne. Gundiyan diyar dikin ku ji ber sermayê bi şev nikarin razên û zehmetiyan dikişînin. Gundiyan dibêjin ku heke zozanên wan nehatiba qedexekirin dê biçana zozanên xwe û di rojên ku baran bihata ji ber ku gundê wan nêz bû dikaribûn biçin gundên xwe, lê ji ber ku di navbera gundên wan û Zozana Berçelanê 40-50 km heye nikarin vegerin. Gundiyan xwest ku qedexekirina zozanan rabe.
'Qedexeyên zozanan rakin'
Dayika Salîha Ezîlmez da zanîn ku ji aliyekî ve heywanan xwedî dike û ji aliyê din jî zarokên xwe ji sermayê diparêze û xwest ku qedexeyên li ser zozanan rabe. Ezîlmez wiha got: " "Em ji Gundê Dêzê hatin vir. Zozana me hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê me pereyekî pir da wesayîtan û hatin vir. Li vir jî rastî gelek zehmetiyan tên. Bi rastî jî piştî zozanên me qedexe bû, pereyên ku kete destê me kêm bû. Ji ber ku nahêlin em gihayên li zozanên xwe biçînin. em nikarin derkevin zozanên xwe. Pereyên ku em qezenç dikin nîvê wê diçe wesayîtan. Bi pereyê din jî ji bo zivistanan em bidin heywanan giha û ka distînin. Ligel ev qas zehmetiyan em têkoşîna jiyanê didin. Çimkî tu karê me yê din tune ye. Bila rojek berê rojekê qedexeyên li ser zozanên me rakin."
'Bi awayekî keyfî tê qedexekirin'
Dayika Vahîde Kûtlûk jî anî ziman ku ji bo li zarokên xwe binêrin zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: " Em tenê ji bo 3-4 mehan li vir bimînin gelek xerçkirnan dikin û tên vir. Zozanên me bi awayekî keyfî hatiye qedexekirin. Em ji bo debara zarokên xwe bikin van zehmetî û zorî dikişînin. Heke zozanên me bûye me evqas zehmetî nekişand û dê debara me pir ba."
'Zozanan bombebaran dikin'
Sîma Gokçe destnîşan kir ku bi şev ji ber sermayê nikarin razên û wiha pê de çû: "Bi rastî jî bi şev gelek serma dibe. Em tu carî wekî niha necemidîbûn. Em wekî mezin nikarin ji serma heta sibê razên. Di germkirin û parastina zarokan de zehmetiyan dikişînin. Heta roj hiltê em ranazin, piştî wê hinekî derdor germ dibe. Ji bilî vê her roj helîkopter tên li ser zozanan difirin. Bi taybet jî di çend rojê carekî tên zozanên Bala û Spîxanê bombebaran dikin. Ji tirsa em nikarin heywanên xwe bidoşin. Ji ber bombeyan heywan jî ditirsin û şîr nadin. Êdî divê ev bûyeran bi dawî bibe."
HAMZA GUNDUZ / DÎHA/COLEMÊRG