AMED: Bi hatina Newrozê re li gelek taxên Amedê gel agir pêxist û Newroz pîroz kir. Yek ji taxên ku Newroz lê bi coş hat pîroz kirin jî taxa Sûrê bû. Li taxa Sûrê li ber avahiya Meclisa Taxa Îskenderpaşa agirê Newrozê hat pêxistin. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Abdulkadir Çakmak ê ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn Newroza gelê Sûrê pîroz kir û wiha got: “Em hêvîdar in Newroza 2015'an bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan.” Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 

SILOPÎ: Li gundê Rihaniyê yê girêdayî Silopiya Şirnexê ku dikeve li ser sînorê kantona Cizîrê ya Rojava bi tevlibûna sedan şêniyên gund agirê Newrozê hat gûrkirin. Li gel hevşaredar û rêveberên HDP’ê bi sedan welatî bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli pîrozkirina Newrozê ya li qada gund bûn. Piştî ku welatiyan bi tilîlî, çepik û dirûşma, “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin, li ber stranên komên herêmê heya derengiya şevê govend gerandin.

EDENE: Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li taxa Barbarosa girêdayî Seyhana Edeneyê di çarçoveya pîrozbahiyê newrozê de şahiyek amade kir. Di pîrozbahiyê de alên PKK hatin hilgirtin û li ber agirê ku hatibû pêxistin govend hat gerandin. Pirozbahiya sedan kes beşdar bû de bê navber dîruşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG”ê hat berzkirin.

GIMGIM: Li axa Gumgum a Gimgima Mûşê jî bi sedan welatî hatin cem hev û agirê Newrozê hilkirin û heya derengî şevê li dora agir govend girtin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN