LÎNDA ŞÊX / ANHA/ŞEHBA
Ciwanê Efrînî yê behremend, Ronîcan hewl dide armanca xwe pêk bîne û dengê Efrîniyan bi rêya tabloyên ku xêz dike, bigihîne cihanê. Tevî temenê xwe yê piçûk, wî karî behreya xwe ya şêwekariyê bi kedên xwe yên taybet bi pêş bixe.
Ronîcan Sîno ji gundê Husê yê ser bi navçeya Mabata ya ser Efrînê ye. Ew 16 salî ye. Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê bi malbata xwe re koçber bûye û niha li Şehbayê ye.
Ronîcan piştî dibistanê, di demên xwe yên vala de xêz dike û hewl dide hestên xwe rave bike. Gelek rêbazan diceribîne, mîna xêzkirina bi rejî, pênûsa reş, rengîn zêtî û avî.
Heta niha 10 tabloyên li ser mijarên cuda xêz kirine. Naveroka pirraniya tabloyan li ser azarên şêniyên Efrînê, şertên koçberiyê li nava kampan, encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker û dagirkirina Efrînê û gelek mijarên din e.
Tevî derfetên kêm û ji ber ku nikare bi awayekî akademîk hînî vî hunerî bibe jî, behreya xwe bi pêş xist û hestên xwe bi rêya rengan rave dike.
Ronîcan tev li gelek pêşangehên komî bû. Her wiha tabloyên wî wek wêne li ser kartonên pirtûkên dibistanê de hatin bikaranîn. Hinek jî ji bo kurteçîrokan.
Ronîcan li ser mijarê dibêje, ji ber nebûna mamoste û paymengehên di vî warî li kantona Şehbayê de, neçar dimîne xwe bi xwe bi pêş bixe. Hin caran xwişka wî alîkariya wî dike. Ronîcan pirraniya caran dixwaze tabloyên razber xêz bike.
Yekîtiya Rewşenbîran alîkariya Ronîcan kir
Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê alîkariya Ronîcan kir, reng, amûrên xêzkirin, caw û pêdiviyên din jê re peyda kirin. Ronîcan ji bo vê dibêje, “Min sê tablo bi rengên avî xêz kirin. Yek girêdayî mala dapîr û bapîrê piştî koçberiyê, yê din li ser Efrînê di dema êrişan û topbaranê de û yê sêyem jî girêdayî wêneyê bapîrê min e.”
Ronîcan hewl dide biçe paymengeh yan jî fakulteyên hunerî bibe da ku behreya xwe bi pêş bixe. Her wiha hêvî dike piştî rizgarkirina wê, vegere Efrînê.