Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îsal di navbera 17-22’ê Gulanê de 2’yemîn Fuara Pirtûkan a Amedê li dar dixe. Komîteya Fuarê dest bi amadekariya bernameyê kiriye û hêmaya îsal a fuarê jî “Azadî” ye. Heya niha 68 weşanxane ji bo beşdarî fuarê bibin serî lêdan û dê gelek nivîskarên navdar jî tevlî bernameyê bibin. Berdevka Komîteya Fuarê Handan Ekîcî Çapaloglu der barê fuara wê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê were lidarxistin agahî dan û anî ziman ku dê di çarçoveya bernameyê de panel, hevpeyvîn, dîwana helbestan û gelek bernameyên cûda wê hebin.
Çapanoglu destnîşan kir ku weke par, îsal jî wê xelatên pêşbirka ku li ser navê helbestvanê navdar Arjen Arî tên dayîn, di bernameya fuarê de bigihîjin xwediyên xwe.
AMED