Cenazeye Endamê HPG'ê Mekin Kar (Xebat Rodî) jî li ser daxwaza wî li gel bave wî ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Kar piştî li Mizgefta Ferit Koşk ya Taxa Fîskayayê hate şuştin, ji aliyê hezaran kesan ve cenaze hate wergirtin û birin goristana Ferît Koşkê. Girsê di merasima cenaze de dowîzên "Serhildana Fiskayayê silava li gerîla ye" û "PKK", "KCK", "Xebat Rodî nemir e" nivîsandin.
Piştî definkirinê birayê Kar Nesip Kar, diyar kir ku birayê wî hatiye înfazkirin û ew şehidê hemû gelê Kurdistanê ye.
Cenazeyê Agît Altanê HPG'yî şêva din piştî li Navçeya Erxenî ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin di Amedê re şandin Êlihê û pişt re şandin Sêrtê. Karwanê ku ji sedan wesayit pêk dihat, cenaze birin gundê Maxmaruna yê navçeya Misirca Sêrtê. Malbatê di serî de xwest cenaze li Êlihê defin bike. Lê ji ber ku polîsan destûr neda ku cenzae li ÊLihê bê definkirin, malbatê cenaza wergirt û birin Gundê Maxmarûna ku lê ji dayik bûye. Malbatê piştî bi karwanekî mezin cenazeyê Altan birin Gundê Maxmarûnayê cenaze li gund defin kirin. Dema karwanê cenaze di Êlihê re derbas bû, li gel ku astengiyên polîsan jî dîsa gel derket kolanan û cenaze bi girseyî pêşwazî kirin. Dema karwana cenaze di nava kolanên Êlihê re derbas bû girsê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwina te li erdê namîne", "PKK gel e, gel li vir e" berz zirin. Di karwanê cenazeyê Altan de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Endama Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Yildiz Aktaş, Şaredardê Misircê Necat Yilmaz, Rêveberên BDP'ê yên Êlih û Sêrtê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.


 AMED/SÊRT