Cenezeyê Endamê YPG'ê Osman Çeçan (Cûdî) ê ku 9 meh ber li bajarê Dirbesiyê yê Rojava di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê hate definkirin. Cenazeyê Çeçan piştî ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hatibû wergirtin ji bo testa DNA'yê şandibûn Stenbolê û duh ji aliyê malbatê ve hatibû wergirtin. Cenazeyê Çeçan di seatên nîvro de li taxa Alîgorê ya navçeya Pirsusê ya Rihayê bi girseyî hate pêşwazîkirin û dayîka Çeçan Fatma Çeçan tiliya kurê xwe henê kir. Pişt re cenaze ber bi gundê Mele Hemze ve derxistin rê. Li gundê Qestungê cenaze ji wesayîtê hat girtin û girseyê ber bi gundê Mele Hemze ve dest bi meşê kir. Rêveberên HDP û BDP'ê yên Rihayê û navçeyan, şaredar, MEYA-DER, YDG-H û DOKH û bi hezaran kest tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Çeçan, alên PKK, YPG, HPG hatin hilgirtin û sloganên "Şehid namirin", "YPG tolhildan", "Bijî berxwedana YPG'ê", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Piştî meşa 5 km cenaza anîn goristana gund.
Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Çeçan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê dayîka Çeçan Fatma Çeçan, diyar kir ku kurê wê ji bo gelê Kurd jiyana xwe ji dest da. Çeçan, anî ziman ku ji dijmanan re înat ew nagirî û wiha got: "Şehîd rûmeta me ne. Serê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gerîla sax be. Ocalan bi tena serê xwe 16 salin di girtîgehê de berxwe dide. Em dê heya dawiyê xwedî li Serok, gerîla û şehîdên xwe derbikevin." Bavê Çeçan Cemal Çeçan jî diyar kir ku ew dê heya dawî di riya kurê xwe de bimeşin.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Pirsusê Îsmaîl Kaplan jî diyar kir ku PDK û AKP'ê di nava hevkariyê de ne û bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kir ku "dest ji dijminahiya Kurdan berbide" kir.
Piştî karên definkirinê girse li goristanê veqetiyan. Hate zanîn ku sersaxî dê li taxa Eyyup Kent a navçeya Eyyubiye ya Rihayê bên qebûlkirin.
DÎHA/RIHA